Li Sûriyeyê jiyana sivîlan di xeterê de ye

Li Humusê di êrîşa bi çek a li dijî sivîlan de du kes birîndar bûn, li Derayê ji ber teqîna mayînek ku bermahiyê şer bû jineke ciwan mir.

Navenda Nûçeyan – Li gelek herêmên Sûriyeyê, bûyerên hedefgirtina mirovan û teqînê her diçe zêdetir dibin û ev yek asta xetera li ser jiyana mirovan nîşan dide.

Li bajarê Humusê yê Sûriyeyê li taxa “Wadî el-Zeheb” di êrîşa ji aliyê du kesên bi motosiklet ve hat kirin de jineke ciwan a Elewî birîndar bû.

Li gorî Mala Çavdêriyên Mafên Mirovan a Sûriyeyê, kesên nasnameyê wan nediyar, vê sibehê gule bera sivîlan dan û dûre reviyan. Jineke ciwan a di êrîşê de birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Ev êrîş di hefteyên dawî de di serî de li bejahiya Humus û Masyafê, li hinek herêman ji aliyê komên Heyet Tehrîr el-Şam ve li dijî sivîlan tên kirin. Tiştên ku diqewimin nîşan didin ku dibe şîdet belav bibe û êrîşên ji ber nasnameya mirovan zêdetir bibin.

Bi van êrîşên ku dubare dibin, balê dikşînin ku li herêmê xeterên ewlekariyê zêde bûne, şêniyên herêmê bang dikin ku divê sivîl werin parastin û tedbîrên ewlekariyê zêdetir bibin.

Bermahiyên şer teqiyan

Li bajarokê Alma yê bajarê Derayê jî ji ber teqîna mayînek jineke ciwan a bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Jina ku bi parçeyên şarapnele yên li bedena wê ketin bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Di rojên destpêkê yên sala 2026’an de, li Sûriyeyê ji ber teqîna teqemeniyên bermahiyên şer, jin û zarokek jiyana xwe ji dest dan, zarokek kur jî birîndar bû.