Li Sûriyeyê 8’ê Adarê tê manîpulekirin: Guhertin bi têkoşînê pêk tê

Endama Tevgera Jinên Sûriyeyê Lîlyan El Mexûş destnîşan kir ku Roja Jinan a Cîhanê ji aliyê rejîma Esad ve hatiye manîpulekirin, diyar kir ku xeterî dewam dike û got, "Guhertineke rasteqîn bi têkoşîna çalak a tevgerên jinan pêk tê."

ROŞÊL CONYOR 

Suweyda – Rejîma Baasê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wek ‘Şoreşa 8’ê Adarê’ binav kir û siya xwe da ser têkoşîna jinan. Lê ev roj, salvegera derbeyek Baashez a ku di sala 1963’yan de pêk hat e. Li Sûriyeyê wek roja ku baskê leşkerî yê Partiya Baasê rêveberiya sivîl û leşkerî bidest xistiye, tê pîrozkirin.

Endama Tevgera Siyasî ya Jinê ya Sûriyeyê û komîteya siyasî ya li Suweydayê Lilyan el-Maguş, diyar dike ku rejîmê ji bo ku maf û têkoşînên jinan bi awayek sîstematîk biçewsîne, vê guhertina sembolîk kiriye. Lilyan wiha dibêje: "Ev, tenê guhertina navek nebû. Polîtîkayek bi zanebûn hatibû meşandin e û armanca wê, tunekirina rojeva daxwazên jinan ên maf û azadiyan bû. Rejîmê bi tunekirina mafên jinan, ew ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk, bikar anîn."

Lilyan el-Maguş, destnîşan kir ku di pergala perwerdê de jî têkoşîna jinan bi zanebûn hatiye tunekirin û wiha got: "Li dibistanan êdî 8’ê Adarê mîna roja têkoşîna jinan nayê fêrkirin. Di şûna wê de mîna ‘cejna netewî’ ya ku wek dilsoziya bi rejîmê re zêde dike, tê pêşkêşkirin. Nîqaşên derbarê mafên jinan de, di bin siya gotinên siyasî de man."

‘Mafên jinan wek amûra propagandaya rejîmê hatin bikaranîn’

Lilyan el-Maguş ya got “Di mijara mafên jinan de bihîstyariya civakî kêm bû” wiha domand: “Kêmbûna bihîstyariya têkildarî rola jinan a di civakê de, bûyerên tundiyê zêde kir. Derfetên wekheviya zayendiya civakî hatin sînorkirirn, jin di qada cemawerî de kêmtir xuya bûn. Jin bi rolên diyarkirî hatin sînorkirin û bihêzbûna wan hat astengkirin. Jin ji mekanîzmayên biryardayînê hatin dûrxistin. Tevlîbûna siyasî ya jinan di asta sembolîk de ma. Tevgerên jinan bi wendakirina nasnameyên serxwebûna xwe re rû bi rû man. Mafên jinan wek amûra propagandaya rejîmê hatin bikaranîn.”

Lilyan dide zanîn ku rejîmê jinan ji rêvebirinê dûr xistiye û tenê di çend pozîsyonên îdarî de girtiye, lê di pratîkê de tevlîbûnek siyasî peyda nekiriye. Lilyan di vê mijarê de wiha dibêje: "Ev, tunekirina nasnameya netewî ya jinan a bi awayek sîstematîk e. Rejîmê hewl da ku têkoşîna serbixwe ya tevgerên jinan, tune bike."

Di Sûriyeya nû de jin çawa dikarin 8’ê Adarê zindî bikin?

Lîlyan destnîşan dike ku ji bo mafên jinan ji nû ve bên nasîn û 8’ê Adarê li gor wateya xwe ya rastîn bê pîrozkirin, divê ev gav bên avêtin: “Di mijara mafên jinan de divê zanebûna civakî bê zêdekirin. Divê bi saziyên navnetewî re hevkarî bê kirin û bernameyên alîkariya mirovane yên ji bo mafên jinan, bên pêşxistin. Divê derfet bên dayîn ku jin ne tenê di pêvajoyên siyasî de, di mekanîzmayên biryar dayînê de jî roleke çalak bilîzin. Mafên jinan pêwîst e di bin siya qeyranên aborî û siyasî de neyê jibîrkirin. Em nikarin mafên jinan bêyî meseleyên netewî bifikirin. Ji bo ku li Sûriyeyê aramî pêk bê, divê jin di qada aborî, siyasî û civakî de bê xurtkirin."

‘Parastina mafên jinan ji bo hemû civakê pêwîstiyek e’

Lîlyan el-Maguş, der barê ji nû ve çewsandina mafên jinan de hişyariyên wiha kir: Li gor pêşnûmeya makezagona nû, tenê mêrek dikare bibe Serokomarê Sûriyeyê. Ev xal mafê wekheviyê rasterast binpê dike. Dibe ku bi hinceta qeyrana aborî mafên jinan bikeve rêza duyemîn. Feraseta baviksalarî ya di civakê de hê jî bihêz e, ev jî mafên jinan zortir dike.”

Lîlyan destnîşan dike ku ji bo mafên jinan bi temamî neyên tunekirin, pêwîst e têkoşîn bidome û wiha dibêje: "Tevgerên jinan serbixwe bimînin, ev dê bibe tekane rêya serketina vê têkoşînê ya di nav demeke dirêj de. Kes nikare mafên jinan bi hinceta berjewendiyên netewî piştguh bike. Têkoşîna jinan li Sûriyeyê tenê têkildarî paşerojê nîne, têkildarî pêşerojê ye jî. Parastina mafên jinan ne tenê ji bo jinan, ji bo hemû civakê pêwîstiyek e."