Meclîsa Gel a Şengalê: Konseya Ewropa bila erka xwe pêkbîne
Ji aliyê Meclîsa Gel a Şengalê ve ji bo pêkanîna mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li mafên mirovan, CPT û hemû cihên peywendîdar têkirin da ku bi erka xwe ya mirovî rabin.
Şengal – Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de yek ji mijarên herî sereke ku derket pêş mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan bû. Her çiqas ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ve ji bo pêkanîna vî mafî ji bo dewleta Tirk hin hişyarî hatibin kirin û dem hatibe diyarkirin jî heta niha ji aliyê Dewleta Tirk ve ti gav nehatiye avêtin. Beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ku wê di navbera 9-11’ê Hezîranê de pêk were ji aliyê gelê Kurd û dostên xwe ve ji bo mafê hêviyê gelek çalakî tên li dar xistin.
Di vê çarçoveyê de Meclîsa Gel a Şengalê li Geliye Kersê li Baxçeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek endamên meclîsa gel, komînên Şengalê, dîsa endamên meclîs û komînên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) amade bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên axivî.
‘Me di bin sîwana fikrê Serok Apo de xwe birêxistin kir’
Azad Hisên di destpêka axaftina xwe de balkîşand ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya ku gelê Êzidî rûbirûyî jenosîd û fermanê hatibû. Azad Hisên anî ser ziman ku ew hêzên PDK’ê yên ku pêwîst bû parastina Şengalê bikin nekirin û wisa domand: “Wê demê şagirtên ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûbûn berê xwe dan Şengalê û Êzidî ji qirkirin û qetlîamê rizgar kirin. Ji wê demê ve Êzidî fikrên Rêber Apo weke fikrên herî rast, sîwana herî bi hêz ji xwe re esas girtin. Di bin wê sîwanê de dikarin xwe birêxistin bikin, dikarin hêzên xwe yên leşkerî ava bikin. Weke meclîsa gel û komînan sazî û dezgehên xwe yên civakî ava bikin, kar û xebatên xwe birêve bibin. Ji dîrokê heta niha cara yekem Êzidî bi saya fikrê Rêber Apo rêbazek wisa rast dibînin û li ser dimeşin.”
‘Konseya Ewropa divê bi erka xwe ya mirovî rabe’
Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Azad Hisên bang li Konseya Ewropa kir û got ku divê Konseya Ewropa li ser biryara xwe ya mafê hêviyê ku beriya niha salekê dabû bisekine. Azad Hisên dibêje: “Pêwîste zextekê li ser dewleta Tirk bêkirin da ku azadiya fîzîkî ya Serok Apo pêk were. Em wek civaka Êzidî azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Serok Apo de dibînin. Em bang li mafên mirovan, CPT û hemû ciyên peywendîdar dikin da ku bi erka xwe ya mirovî rabin. Îro em li vir weke civaka Êzidî daxuyanî didin lê niha em dizanin ku li gelek deverên din gelên bindest bi vê daxwaza me re ne. Ev gelane bi fikrê Rêber Apo îro xwe rêxistin dikin û tekoşîna rizgarî û azadiya xwe dikin.”
‘Civaka me bi saya fikrê Rêber Apo hate parastin’
Azad Hisên di dawiya axaftina xwe de anî ser ziman ku îro civaka Êzidî bi fikrê Rêber Apo ketiye pêvajoyek nû û got: “Îro em weke civaka Êzidî xwe ji rojeva Serok Apo ku weke entegrasyona demokratîk û civaka demokratîk avakiriye amade dikin. Em xwe deyndarê Serok Apo dibînin. Civaka me ku di fermana herî dawî de ber bi tunebûnê ve diçû bi saya Serok Apo hate parastin. Divê hemû cîhan vê baş bizanibe dema fikrek bikaribe civakekê ji qirkirinê xilas bike divê xwedî li wî kesî û fikrî derkevin. Careke din em bang li Konseya Ewropa, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa, CPT û dewletên ku jenosîda Êzidiyan naskirine dikin da ku bi erka xwe rabin. Em dibêjin ku bêdeng nemînin û bila baş bizanin Êzidî xwe di vî fikrî de azad dibînin û dikarin pêşî li fermanan bigrin.”