Li Sûriyeyê 3 hezar û 694 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di erdheja li Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan derket 3 hezar û 694 û hejmara birîndaran jî derket 14 hezar û 814’an.

Navenda Nûçeyan – Di du erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 ku navenda wê Mereşê bandor li bajarên Tirkiye, Kurdistan û Sûriyê jî kir, bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de hatine, li wan herêman 2 hezar û 274 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 hezar û 400 kes jî birîndar bûn. Bi sedan malbat hê jî di bin xirabeyan de ne.

Wezîrê Tenduristiyê yê hikumeta Şamê Dr. Hesen El Xebaş jî ragihand ku di erdhejê de hezar û 414 kesan jiyana xwe ji dest daye,  2 hezar û 357 kes jî birîndar bûne. Ew daneyan tenê herêmên serweriya hikumeta Şamê digire nava xwe.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 57 kes jî birîndar bûn.