Li Sûriyê di 5 rojane de jin û zarok di nav de 40 kes mirin
Di 5 rojên dawî de li herêmên cuda yên Sûriyê di êrîşên çekdarî, teqîn û sûîkastan de herî kêm 40 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got ku şîdeta zêde dibe civakê dişkîne.
Navenda Nûçeyan – Li gelek herêmên Sûriyê rewşa ewlehiyê bi lez xirab dibe. Di 5 rojên dawî de di êrîşên çekdarî, sûîkast, teqîn û bûyerên şîdeta malbatî de jin û zarokên di nav de herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ev mirinên ku di navbera 22-26’ê Cotmehê de qewimîn, kûrahiya valahiya ewlehiyê ya li welat û zêdebûna şîdeta bêkontrol di navbera komên çekdar ên cîhadî û sivîlan de derdixe holê.
Di rapora îro ya Çavdêriyê de, hate gotin ku piraniya bûyeran bi sedemên mezhebî, tolhildanê an şîdeta malbatî qewimîne. Li gorî raporê, gelek sivîl ji ber gule reşandina bêserûber, teqîna bombeyên destan û teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de, hate destnîşankirin ku mirinên sivîlan ên roj bi roj zêde dibin nîşana lawazbûna nirxên exlaqî û hevgirtina civakî ya di civakê de ye. Çavdêrî hişyarî da ku hilweşîna mekanîzmayên dadweriyê û belavbûna çekan welat ber bi kaos û şîdeteke zêdetir ve dibe.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, bang li hemû aliyan kir ku berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û exlaqî pêk bînin, pêdivî ye ku saziyên dadwerî û ewlehiyê li ser bingeha bêalî ji nû ve ava bibin, mafên zirardîtîyan bêne parastin û çanda tolgirtinê bi dawî bibe.