Li Cezayîrê hilbijartinên şaredariyan: Kotaya jinan û nîqaşên îstîsnayê
Şertên nû yên hilbijartinê yên li Cezayîrê ku mafê daxwaza îstîsnayê didin şaredariyan, di nav çalakvan û analîstan de derbarê pêşeroja siyasî ya jinan de, bû sedema nîqaşan.
Cezayir – Desteya Hilbijartinê ya Neteweyî ya Serbixwe ya Cezayîrê şertên ji bo amadekirina lîsteyên namzetan ji bo meclîsên şaredariyan eşkere kir. Li gorî rêziknameyên nû, li şaredariyên ku nifûsa wan ji 20 hezarî zêdetir e, divê ji sêyan yekê lîsteyên namzetan ji jinan pêk bên. Lêbelê, ji bo lîsteyên ku ji bo bicihanîna vê şertê zoriyan dikişînin, derfet tê dayîn ku ji bo îstîsnayekê serî li Desteya Hilbijartinê bidin. Ev pratîk derbarê bandora wê li ser xurtkirina beşdariya jinan di siyasetê de nîqaşek berfireh derxistiye holê.
Li gorî daxuyaniyên Desteya Hilbijartinê ya Serbixwe, rêziknameyên derbarê hilbijartina endamên meclîsên gel ên şaredarî û parêzgehan de, tevî şertên ji bo namzedan, çêkirina lîsteyên namzedan û prosedurên pejirandina namzedan, destnîşan dikin ku lîsteyên beşdaran divê hin mercên ji redkirinê dûr bikevin bicîh bînin. Di nav van de veqetandina ji sêyan yekê lîsteyê ji bo namzedên jin heye. Lêbelê, ev merc tenê ji bo şaredariyên ku nifûsa wan ji 20 hezarî zêdetire derbasdar dibe. Wekî din, divê herî kêm nîvê namzedan ji bo namzedên ku di roja hilbijartinê de hîn negihîştine 40 salî bên veqetandin.
Bendên îstîsnaî û nîqaşên siyasî
Derbarê kotaya jinan de, di daxuyaniyê de bendek îstîsnaî ku rê dide şaredariyan ku taybetmendiyên herêmî li ber çavan bigirin hebû û ji Desteya Hilbijartinê îstîsnayek ji kotaya ji sêyan yekê jinan bixwazin. Vê pratîkê di qada siyasî ya Cezayîrê de nîqaşek berfireh derxist holê. Analîst û çalakvan li ser bandorên vê pratîkê dabeş bûne. Hin kes wê wekî rehetiyek rast û pratîkî ji bo partiyên siyasî û lîsteyên serbixwe dibînin, hinên din jî wê wek gavek paşveçûnê dibînin ku bi eşkere dikare destkeftiyên ku jinan di qada siyasî de bi dest xistine sînordar bike.
Metirsiya ‘vebijarka hêsan’
Çavdêr ji sepandina berfirehtir a vê îstîsnayê ku dê di nûnertiya jinan di meclîsên hilbijartî û dezgehên qanûndanînê de, bibe sedema kêmbûnek gav bi gav û domdar bi fikarin. Ev fikar ne tenê bi hejmara namzetên jin ve sînordar in, heta awayê xebata partiyên siyasî û lîsteyên serbixwe dirêj dibin. Tirs hene ku ev îstîsna dê bibe ‘vebijarkek hêsan’ û hincetek qanûnî ku saziyên siyasî ji barê dîtin û anîna namzetên jin ên jêhatî ber bi siyasetê ve sivik dike. Herwiha, bal tê kişandina ser xetereya devjêberdana tevlîbûna rast a jinan di pêvajoyên hilbijartin û rêxistinî yên xebata partiyê de. Tê gotin ku ev dikare rêziknameyên qanûnî yên ku armanc dikin beşdariya siyasî ya jinan pêşve bibin, veguherîne sozên vala.
Di paşerojê de jî heman rêbaz hatibûn bikaranîn
Ev rêbaz di pêvajoya hilbijartinê ya Cezayîrê de ne cara yekem e. Rayedaran berê jî serî li rêziknameyên îstîsnaî yên bi vî rengî dane. Bi taybet, di dema guhertinên qanûna hilbijartinê ya organîk a der barê hilbijartinên parlemetoyê yên 2021’an de, rêyek ji bo lîsteyên partiyên siyasî û lîsteyên serbixwe hate afirandin da ku destûr bigire û ji pergala kotaya mecbûrî dûr bikevin.