Li Sûdanê tecawiz bûye çeka sîstematîk

Li Sûdanê di şerê navxweyî de bi hezaran jin hatin revandin û rastî her cûreyê îşkenceyê hatin. Jinan gotin ku bi mehan di bin çavan de hatine hiştin û bi caran rastî tecawîzê hatine, bang li saziya navnetewî kirin ku bêdeng nemînin.

MERVAN ABDULKADIR

Sûdan- Ji şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku di Nîsana 2023’an de destpêkirî heta niha, li Sûdanê binpêkirinên mafan ên nehatî ditîn tên jiyîn. Jin ji ber nebûna zagon û bê parastinê tên revandin, desteserkirin, rastî êrîşên zayendî, îşkenceya fîzîkî û derûnî tên.

Raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan dide ku ji dema şer destpê kirî heta niha di bûyerên tecawîz û destdirêjiya li dijî jin û zarokên keç de ji sedî 280 zêdebûn çêbûye. Bi taybetî li peytext Hatum, bûn şahidê binpêkirinên tund ên li dijî jinan. Hejmarek zêde jin hatin girtin û bi zorê hatin binçavkirin û ev jî şopên kûr ên fîzîkî û derûnî hiştin. Hêzên Piştgiriya Lezgîn, jin revandin û destdirêjî kirin, ew ji malên wan derxistin, malên wan ji bo bikaranîna depoya çekan, pêkanînên cûda yên destdirêjiyê vegerandin leşkergehan.

Revandin û êrîşên zayendî

Ajansa me xwe gihand jinên ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve çar mehan di bin çav de man û rastî her cûreyê êrîşan hatîn. Jina ku me navê wê veşartî hişt, tiştên ku jiyaye bi rêya havala xwe ya endama Tevgeran Jinên Sûdanê Munîra Musa Ehmed parve kir.

Munîra Musa Ehmed got ku “Ev jin beriya çend rojan şer derbikeve, dema diçû eyaleta bakur, li gel jin û zarokên din hatin revandin. Hêzên Piştgiriya Lezgîn rêya wan qut kirin, ew revandin, çavê wan girêdan û birin cihek ne diyar. Çar mehan di binçav de man, di nava vê demê de hatin kolekirin û rastî êrîşên zayendî hatin. Di encama van êrîşan de ew û hinek jinên din ducanî bû.” Munîra Musa Ehmed da zanîn ku ên ku hatine revandin, dema dighîştin navendên binçavkirinê li wê derê bi dehan jin dîtin û bedêlên şer jin didin.

Navendên veşartî û bazarên kole

Dîrektora Herêmên Hewldana Stratejîk a Jinên Qiloç ên Efrîqa (SIHA) Hala El Karb da zanîn ku li herêmên El-Sala, Sobaya Rojhilat, Cebel Evliya û yên din ên navend Hartum e, hejmarek zêde jin hatin binçavkirin, jin hatin kolekirin û îşkence dîtin. Hala El-Karb anî ziman ku li Hartumê di dema şer de hejmarek zêde ya zarokên keç hatine revandin û wiha got: “Di mezinbûna şer de û belavbûna eyaletên cûda de, hejmara winda û yên hatin revandin zêde bû.” Hala El-Karb destnîşan kir ku bi xebatên saziyên xwecihî û navnetewî li Darfur bazarek ku jinên ku ji Navîna Sûdanê revandin û difroşin hene. 

Hala El-Karb bal kişand ku bi xebatên xwe ji bo piştrastkirinê ku bazar hatine avakirin û li gorî gotinên xwecihî, Hêzên Piştgiriya Lezgîn li herêma Dar-al Salam di navendeke tibê de hejmarek zêde jin û zarokên keç ku temenê wan nehate diyarkirin tesbît kirine ku rehîne hatine girtin.

Hala El-Karb diyarkir ku di meha Tebaxê de Hêzên Piştevaniya Lezgîn di tesîsên ku wek navendên veşartî yên binçavkirinê bikartînin de bi dehan jin binçavkirine û di encama êrîşa zayendî de ducanî bûne. Hala El-Karb da zanîn ku revandina mirovan, ji bo fîdye desteserkirin û firotina di bazaran de, di hiqûqa netewî û navnetewî de zagona qedexeya koletiyê binpê dike. Hala El- Karb bal kişad ser peymanên navnetewî û xwest demildest bikevin nava  tevgerê.

Banga tehliyeyê li saziyên navnetewî hate kirin

Midura Navenda tedawiya mexdurên tudiya zayendî di dema şer de ya Aman, Dr. Lubna Mihemed Alî anî ziman ku xwegihandine hinek jinên ku li El Faşer ya li Darfurê, rastî tacîz, êrîşa zayendî, tundiya zayendî û nijadperstiyê hatine. Lubna Mihemed Alî da zanîn ku hnek jin karîne bi revin û banga alîkarî û tehliyeyê kir.  

Jin û zarokên keç tên revandin

Darfûra li rojavayê Sûdanê, ji sala 2003’an heta niha di nava şerên ku jin êşê bikşînin de ne. Bakurê Darfûrê jî piştî artêş ji baregeha Nyala vekişiya, ji Cotmeha 2023’an heta niha di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye. Ev rewş binpêkirinên mafan ên li Darfûrê xirab kir. Di nava welat de kampa Zamzam ku ji bo kesên ji cihên xwebûne ava kirine, jin têkildarî binpêkirinên ku lê rast hatine de bi sedan çîrokan vedibêjin. Di meha Nîsana bûrî de The Guardian revandina zarokên keç belge kiribû. Li gorî rojnameyê, di dema şer de 50 zarokên keç hatin revandin û birine cihek ne diyar.

Ev binpêkirin, rê li ber ducanîbûnên nayên xwestin vedikin

Seroka Hewildana ji Zextên li ser Jinan re Na Amîra Osaman têkildarî rewşa heyî ji ajansa me re anî ziman û wiha got: “Piranî jinên ku li herêmên şer ên Sûdanê rastî girtin, tecawîz û binpêkirinan hatine. Ev binpêkirin, rê li ber ducanîbûnên nayên xwestin, nasnekirina zarokan û heta ji aliyê wezîrên peywendar ve werin terkkirin vekir. Heta niha jî bi taybetî li herêmên di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, jin ji bo êşên ku dijîn rizgar bibin, xwe dikujin. Di navbera nevandên veşartî û vekirî de çinîbûn nîne. Hemû binçavkirin, binçavkirina jinên ku ji cihên xwe bûne, ji bo îşkence dîtin û  kolekirina zayendî di malan de hemwelatiyên hatiye diyarkirin pêk hat.”

‘Bûyerên tecawîzê yên ji raya giştî re vekirî’

Alîkara Musteşara Sekreteriya Tevgera Wekhevî û Edaleta jin û zarok a Sûdanê Hala Abdel Azîz wiha got: “Jin di şerê destpêkê ya Darfûrê (2003-2005) heta niha ceribandinên dijîm, tecawîzên sîstematîk, gundên ne Ereb kirin hedef û bi armanca zilmkirina nifûsa Efrîqayên Reş bi desteka hikûmetê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve pêk hatî belge kirine. Di gelek rewşan de, êrîş di dema jicihbûna kesan de û yan jî li kampan çêbûne. Li gel ku hejmara rast nayê zanîn, li gorî texmînan bi sedan jin û zarokên keç rastî êrîşên zayendî hatine û rastî hinek birîndarbûnên fîzîkî hatine. Zorî li mirovan hate kirin ku êrîşên zayendî bişopînin.” 

Ji lîderên partiya Yekîtiya Demokratîk Şaza Osaman el-Şerîf piştrast kir ku li Darfûrê jin ji ber têkiliyên siyasî hatine girtin û wiha got: “Bi îdiaya ku têkiliyên wan bi artêşa Sûdanê re hene, gelek jin hatin girtin, îşkence dîtin û rastî êrîşên zayendî hatin û heta hinek jê hatin qetilkirin.” Komîteya amadekariya sendîkayên bijîşkên Sûdanê ragihand ku di rojên dawî de li kampa lêmayînê ya li Darfûra Bakur, 16 bûyerên êrîşên zayendî li dijî jin û zarokên di navbera 16-30 salî de hatine belgekirin.”

Ji bo jinan bang

Parêzvanên mafan bi rêya ajansa me bang li saziyên eleqeder kir ku di demên şer de parastina jinan bikin û wan ji binpêkirinan biparêzin. Nivîskar û rojnamevan Sally Zakî ji bo desteka bi mexdûrên êrîşên zayendî, pêkanîna xizmetên tibî ên lezgîn, parastina maf û desteka madî û manevî ya jinên Sûdanê re name ji saziyên navnetewî re şand. Di heman demê de xwest, mafê beşdariya di pêvajoyên biryardayînê de û asta azadiya îfade de bê mîsogerkirin.