Dayîka Mustafa Karasu koça dawî kir
Haniy Karasû ya dayîka Mustafa Karasu ye, li nexweşxaneya li Çanakkaleyê ku lê dihat dermankirin,koça dawî kir.
Navenda Nûçeyan- Haniy Karasu ya dayîka endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu ye, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, koça dawî kir.
Haniy Karasu ya 94 salî, di 31'ê Tîrmehê de ji ber nexweşiya demans û dil a giran rakiribûn nexweşxaneya li Çanakkaleyê. Haniy Karasû ya dihat dermankirin, îro koça dawî kir.