Li Sûdanê şewba kolera û lehiyan dibe sedema mirinan

Li Sûdanê rewşa tenduristî û mirovî roj bi roj xirabtir dibe. Di nava heftiyek de zêdetirî hezar bûyerên nû yên şewba kolerayê hatin tomar kirin û kareseta lehî yên li çend eyaleyên pêkhatin, zarok jî di nav de bû sedema mirina 5 kesan.

Sûdan – Sûdan bi şert û mercên tenduristî û mirovî ya roj bi roj xirabtir dibe re rû bi rû ye. Gel ji ber belavbûna nexweşî û şewban û tomarkirina bûyerên nû re bi karesetek tenduristî re rû bi rû ne. Ve rewş, di nava hawirdorên pevçûnên berdewam ên dibe sedema jiyana bi hezaran kesan de tê jiyîn.

Kareseta lehiyê bû sedema jiyana mirovan

Li Eyaleta Nîl Nehîrê, ji ber barana zêde û lehiyan windahiyên mezin hatin jiyîn. Di encama lehî û lehiya aveyên li paytext Xartûm û hin herêmên Eyaleta Bakur xaniyek hilweşiya û zarokek û du jin jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li bajarê El-Damar du xwişk û bira ji ber hilweşandina xaniya xwe ya ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Li hinek herêman ji ber bandorê lehiyan rê hatine girtin û gelek tax di bin lehiyê de man.

Şewba kolerayê

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê, hefteya borî  hezar û 210 bûyerên nû yên kolerayê ragihand û ji wan 36 bûyer bi mirinê encamp bû. Şewba Kolerayê ji Tebaxa 2024’an vir bû sedema 102 hezar û 831 bûyer û hezar û 561 mirinan. Wezareta Tenduristiy ragihand ku li hin herêman hejmara bûyeran kêm bûye, lê li hin herêmên din jî zêde bûye.

Bandora şerê navxweyî

Şewb û karesetên xwezayî, di nava hawirdora pevçûnên berdewam de tê jiyîn. Li Sûdanê pevçûn3en di navbera hêzên hikûmetê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, bû sedema mirina zêdetirê 20 hezar kesan û koçberbûna zêdetirê 15 mîlyon kesan. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji ber sedema şer, gelek kes jiyana xwe ji dest dan û bi mîlyonan kes ji cih û warên bûn.