Li Sûdanê şerê navxweyî jiyan û hêviyan tune dike

Li Sûdanê ji ber pevçûnên ku ji 15’ê Nîsanê ve berdewam dikin, gel koçber dibe, şer û koçberî hêviya gel a jiyanê tune dike.

MAYSA AL-QADÎ

Sudan - Li Sûdanê pevçûnên di 15’ê Nîsanê de di navbera Arteş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dest pê kiribûn didomin. Li gorî daxuyaniyên herî dawî yên wezareta tendirustiya Sudan û Neteweyên Yekbûyî (NY), di pevçûnan de zêdeyî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran kes jî birîndar bûne. Li seranserê welat û derveyî welat zêdeyî 3 milyon kes koçber bûne. Pevçûn herî zêde bandorê li jin û zarokan dikin. 

Şert û mercên zehmet, di nava şerê navxweyî de hîn zehmetir dibin, weke tê zanîn li ser riyên koçberiyê gelek hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber pevçûnên ku herî zêde li paytext Hartumê diqewimin, gelê ji wê derê neçarî koçberiyê bûye, li bajarên Meroe, Karima û Omdurman ên  li herdu aliyên Çemê Nîlê bi cih bûne. Li van bajarên ku gel bi ewle dibîne şerê bi balafiran berdewam dike. Jinên Sudanî ku dixwazin pevçûn bi dawî bibin, diyar kirin ku pevçûn hêviyên ciwanan tune dikin.

‘Ev cara yekem e em dibin şahidên tiştek wiha’

Rehan Badawî ya ji bajarê Karima da zanîn ku hêviya avakirina ewlehî û azadiyê dike û got: “Li eyaleta Bakur ev cara yekem e em dibin şahidên tiştek wiha.”

Malath Nasr ku ji Hartumê koçber bûye û li bajarê Omdurman bi cih bûye got: “Rojên destpêkê em bûn şahidên bombebaranek dijwar. Li erdê gelek cenaze û birîndar hebûn, rewş gelek zehmet bû, me biryara derketina ji malê da.”

‘Xwezî xewnek bûya’

Malath Nasr da zanîn ku tu bendewariyên wan ji pêşerojê nîn in û wiha got: “Biryarek gelek zehmet bû, xwezî xewnek bûye, em ê vê kengê derbas bikin nizanim. Min hemû tiştên xwe li pey xwe hiştin, ez hatin bajarek nû ku ne aydî min e. Ez tiştekî nizanim û ji nû ve divê em dest pê bikin. Ez ditirsim ku em nexweş bikevin û jixwe li nexweşxaneyan derman nîn e.”

‘Bila şer bi dawî bibe em ê Sûdanê ji nû ve ava bikin’

Nucud Tac Al-Sir ku li bajarê Kariam dijî wiha got: “Niha em ji şerên ku li Hartumê diqewimin dûr in lê belê dilê me li gel wan e. Tiştên ku diqewimin me gelek xemgîn dikin. Ev şerê navxweyî bûye sedem ku hêviyên ciwanan tune bibin. Em di wê hêviyê de ne ku dê sibê baştir bibe, şer bi dawî bibe em ê Sûdanê ji nû ve ava bikin.”