Li Sûdanê şer û pevçûn didome

Pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ya ku li paytext Xartûmê li sê bajarên dest pê kir, hê jî didomin û Sûdanî trajediyeke mirovî dijîn.

MEYSA EL-QADÎ

Xartûm - Neteweyên Yekbûyî hişyarî dan ku rewşa Sûdanê bi lez û bez veguheriye qeyraneke herêmî û destnîşan kir ku ji ber hewcedariyên mezin asta fînansê qels e û tê pêşbînîkirin ku hejmara kesên ku ji ber qeyrana aborî direvin, bi berdewamiya pevçûnan dê bigihîje milyonek penaberan. Bi derbasbûna meha duyemîn a pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, êş û azarên mirovî bi awayekî berbiçav girantir bûne, gelên ku ji ber êrîşên di nav malên xwe de li herêmên şer hatine girtin, zehmetiyên kêmbûna erzaq, ava vexwarinê, derman û qutbûna kehrebê dijîn.

Berdewamiya aloziya Sûdanê qeyrana penaberan girantir kir û hejmara penaberan gihîşt zêdetirî milyonek.

Rêvebirê Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekbûyî hişyarî da ku rewşa welat bi lez û bez veguheriye qeyraneke herêmî, bi taybetî jî asta darayî ji ber pêwîstiyên mezin lawaz e û destnîşan kir ku nêzî 20 milyon kes hewcedarên alîkariyên mirovî ne.

700 hezar kes neçar man koç bikin

Şerê ku di 15’ê Nîsana borî de di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de derketibû, zêdetirî 5 hezar kes birîndar bûn û nêzî 200 hezar kes neçar man berê xwe bidin welatên cîran û di encamê de nêzî 700 hezar kes ji welat koçber bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî koçberî bû sedema qeyraneke mirovî ya metirsîdar, aramiya herêmê têk bir.

Her ku diçe rewş xirabtir dibe

Piştî ku her du alî negihîştin agirbesteke daîmî ku rê bide gihîştina alîkariyên mirovî rewşa heyî xirabtir bû. Tevî di hefteya borî de ji bo çareserkirina rewşa mirovî û misogerkirina derbasbûna alîkariyan lihevkirineke seretayî îmze kirin jî êrîşên hevbeş hê jî berdewam dikin û heta niha jî encamên gera duyem a danûstandinan li Cîddeyê nehatine ragihandin.

Tenê 30 nexweşxane kar dikin

Sendîkaya Bijîşkan di rapora xwe ya dawî de diyar kir ku ji destpêka şer heta niha hejmara qurbaniyên sivîl gihîştiye 822 û 3 hezar 215 birîndar hene ku rewşa hinekan ji wan nebaş e û tê pêşbînîkirin ku hejmar gelek zêdetir bibe. Sendîkayê, diyar kir ku ji ber zehmetiya çûnhatinê û hatina nexweşxaneyan, bi temamî yan jî beşek ji nexweşxaneyan tenê 30 nexweşxane kar dikin û ji ber nebûna karmend, pêdiviyên av û kehrebê metirsiya girtina nexweşxaneyan heye.