Berxwedana Mexmûrê di roja 214’an de di dome

Koma ku li wargeha penaberan a Mexmûrê nobeta azadiyê dewir digirin, fermana ser Şengalê û tarîtiya DAÎŞê bi bîr xistin; wan tekez kir ku parastina jiyaneke azad û bi rûmet tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê.

Mexmûr – Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di çalakiya xwe ya nobetê de careke din bal kişand ser rola dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; di daxuyaniyan de fermanên li ser gelê Şengalê pêk hatin, her wiha êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Mexmûrê jî şermezarkirin û girîngiya parastina hebûn û îradeya azad hate tekezkirin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 213’an daxuyaniyek ji aliyê Çîçek Cengîz ve hate xwendin.

‘Îradeya milyonan’

Di destpêka daxuyaniyê de li ser têkoşîna 50 salî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal hate kêşandin û ev tişt hatin gotin:

“Rêber Apo ji aliyê milyonan ve weke îradeya siyasî hatiye pejirandin û zêdetirî 50 salî ye şoreşa azadiyê ji bo hemû Kurdistanê birêve dibe, pêşengtî û rêbertiyê jê re dike. Rêbertî bi vê têkoşîna xwe kariye bi milyonan mirovan rêxistin bike û hestên netewî yên gelê Kurd bîne astekî bilind.”

‘Xiyaneta  li ser Şengalê û berxwedana Mexmûrê’

Di daxuyaniyê de kesên ku di fermana Şengalê de hatine qetil kirin tê bîranîn û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê tê bîrxistin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Gelê Mexmûrê bi îradeya ku Rêber Apo û şehîdan avakiriye xwe rêxistin kir, berxwedan û êrîşên DAÎŞ’ê şikandin. Lê mixabin ji ber xiyaneta li dijî gelê Şengalê hatî kirin, bi hezaran mirovên bêguneh hatin qetilkirin, bi hezaran jin û keçên Êzidî hatin firotin û windakirin. Lê bi saya şervanên azadiyê gelê Şengalê ji qetlîamê hate rizgarkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de tevahî cangoriyên berxwedana Şengalê, Mexmûrê û  Kurdistanê tê bîrtînin. Bi peyama “Ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest tekane rê, azadiya Rêber Apo ye” bi dawî bû.

Merasîm, bi dewrgirtina çalakiyê ya ji aliyê koma 213’an ve ji koma 214’an re qediya.