Li Sudanê rûxmê agirbestê jî pevçûn didome

Li Sudanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez rûxmê agirbesta 3 rojan jî pêvçûn berdevam dike.

Navenda Nûçeyan - Nakokiya di navbera artêş û hêza paramiliter HDG’ê de ya li ser reforma ewlekariya leşkerî ku tê pêşbînîkirin ku ‘HDG bi temamî tevlî artêşê bibe’, di çend mehên dawî de veguherî pevçûnê. 15’ê Nîsanê danê sibê li bajarê Xartûmê ya paytexta Sûdanê û li gelek bajaran di navbera artêşa Sûdanê û HDGê de pevçûnên çekdarî derketin.

HDG, ragihand ku ji roja ewil ya cejnê de 3 roj agirbesta ‘mirovî’ pêk bînin û arteş jî  diyar kir ku ji ber bangawaziya derdorên navnetewî wê agirbest pêk bînin. Lê rûxmê  agirbesta 3 rojan jî pêwçûn berdevam dike.

Tehliye destpê kir

Hat ragihandin ku bi taybetî li Hose ku pevçûn lê dijwar bûne, tehliyekirina welatiyên biyanî hatiye destpêkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Erebîstana Sîûdî ve hat dayîn de hat îfadekirin ku tehliyekirina welatiyên li Sûdanê û kesên di mîsyonên hin 'welatên dost' ên Erebîstana Siûdî de dixebitin dest pê kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryara tehliyeyê ji aliyê Qralê Erebîstana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz û Welîehd Mihemed Bîn Selman ve hatiye dayîn, lê der barê "welatên dost" de tu agahî nehat dayîn.

Urdun û Filistînê jî dest bi amadekariyên tehlîyeyê kirin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Urdunê jî li Sûdanê dest bi tehliyekirina welatiyan kiriye û ji ber rewşa ewlehiyê ya li Sûdanê dê bi kordînasyona Erebistana Siûdî û emîrên Yekbûyî yên Ereban operasyona tehliyekirinê bê kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Filistînê ji bo tehliyekirina welatiyên xwe yên li Sûdanê dest bi amadekariyan kiriye û ji bo vê jî bi kordînasyona Wezareta Îstîxbaratê, wezîrê  hundirîn, wezaret û saziyên peywendîdar li Xartûmê maseya krîzê hat avakirin.

Ji aliyê din ve Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ragihand ku di şer û pevçûnan de heta niha 413 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.