Kiryarê Hîlalê dê di 27’ê Çileyê de derkeve pêşberî dadgehê

Îdianameya der barê Mehmet Demîrhanê ku Hîlal Kar bi zanebûn qetil kir hat amadekirin. Di danişîna ewil a 27'ê Çileyê de, malbatê banga hevgirtinê kir, parêzera Hîlal Kar, Eda Kar jî got: "Ji bo kiryar cezayê pêwîst bigre em ê têbikoşin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Hîlal Kar li navçeya Rêzanê li taxa 5 Nîsanê di 23’ê Hezîranê de ji aliyê Mehmet Demîrhan ve hat qetilkirin. Mehmet Demîrhanê ku piştî Hîlal Kar qetil kir û ji cîhê bûyerê reviya bersiva daxwaza parêzeran a ji bo “li navçe û gundewaran de li hinek navnîşanan de lêgerîn” bê bersiv hat hiştin.  Di bûyera ku lêpirsînek rêk û pêk nehat meşandin de, kiryar Mehmet Demîrhan şewqe da serê xwe û hewl da rûyê xwe weşêre, di 3’ê Cotmehê de li navçeya Sûrê hat girtin. Mehmet Demîrhan ji aliyê dadgehê ve hat girtin. 

Îdianameya der barê Mehmet Demîrhan de ji ber sûcê "kuştina jinê bi qestî" hat amadekirin ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Di îdianameyê de hat diyarkirin ku du gule li Hîlal Kar ketine, otopsiya ku ji bo sedama mirina wê eşkere bike hê jî nehatiye amadekirin. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku Hîlal Kar û du zarokên vê gelek caran di bin zextê de mane.

Beriya qetilkirinê rastî gefa mirinê hatiye

Di Îdianameyê de hat gotin ku Hîlal Kar li gel xwişka xwe maye, beriya qetilkirinê rojekê Mehmet Demîrkan çûye cihê ku Hîlal Kar lê kar dikir û wê bi mirinê tehdît kiriye. Her wiha hat zanîn ku qeyda kamerayê ya cihê bûyerê di dosyayê de hatiye bicihkirin.

Çeka ku pê hat qetilkirin nehat dîtin

Di îdianameyê de hat gotin ku çeka ku kiryar Mehmet Demîrhan bi wê Hîlal Kar qetil kiriye, nehatiye dîtin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku kiryar Mehmet Demîrhan çûye ber mala Hîlal Kar û li benda wê maye û piştî ku Hîlal Kar ji malê derketiye, kiryar bi zorê xwestiye wê bibe û ev rewş di qeyda kamerayê de jî heye. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku paşê kiryar Hîlal Kar qetil kiriye û reviyaye.

‘Ez ne poşman im’

Di îdianameyê de derket holê ku kiryarê di 3’ê Cotmehê hat binçavkirin behsa bûyerê kiriye û gotiye: “Ez ne poşman im”

 ‘Bi plankirî hatiye qetilkirin’

Di beşa nirxandinê ya îdianameyê de hat destnîşankirin ku kiryar sûcê ‘li hemberî jinê bi plankirina kuştina qestî’ kiriye. Li aliyê din dîroka danişînê ku dê kiryar lê bê darizandin weke 27’ê Çileyê hat diyarkirin.

‘Li vê derê tişta herî girîng pêkanîna hiqûqê ye’

Parêzera dozê Eda Kar a têkildarî mijarê em pê re axivîn bal kişand ku di pêvajoya destpêkê de lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin. Eda Kar anî ziman ku kiryar piştî mehan hatiye dîtin û got: “Em dibînin dema mijar dibe jin lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin. Dema li îfadeya kiryar dinêrin em bi awayekê zelal dibînin ku çawa hêzê ji darazê digre û çawa xwedî hişmendiya baviksalar e. Di îfadeya xwe de dibêje ku bûyerê plan nekiriye lê pir vekirî ye ku hatiye plankirin. Kiryar beriya komkujiyê ne tenê li Hîlal, di heman demê de gefê li xwişka Hîlal jî vedixwar.”

Eda Kar bertek nîşan da ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û got: “Di dosyayên bi vî rengî de ya girîng bi awayekê bi bandor meşandina lêpirsînê ye. Em ê şopdarên dozê bin. Li vir tişta herî girîng pêkanîna hiqûqê ye. Bi qasî ku hiqûq bê pêkanîn ev sûcên ku di nav civakê de zêde dibin dikare kêm bibe. Ji bo kiryar cezayê pêwîst bigre em ê di nav têkoşînê de bin.”

Malbata Hîlal Kar ji bo danişîna destpêkê ku dê di 27’ê Çileyê de bê dîtin banga piştevaniyê kir.