Li Sudanê heya dawiya salê dibe ku bi hezaran pitik bimirin

Li Sudanê ji ber negihîştina dermankirinê UNICEF’ê hişyarî da û diyar kir ku bi hezaran bibikên nû ji dayik bûne dibe ku heta dawiya salê bimrin. OCHA’yê diyar kir ku nêzî nîvê nifûsa Sûdanê hewcedarê alîkariya mirovî ye.

Navenda Nûçeyan- Pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên li Sûdanê di 15’ê Nîsanê de dest pê kiribûn berdewam dikin. Hejmara mirovên ji cih û warê xwe bûne ji du qatî zêdetir e, hejmar gihîşt 7,1 milyonî. Pevçûnên ku berdewam dikin, li welat bi xwe re xelaya xwarin, av, derman û sotemeniyê bûye sedema krîzek mirovî ya giran.

‘Pêdiviya nîvê gel bi alîkariyê heye’

Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku nêzî nîvê nifûsa Sûdanê (nêzî 25 milyon kes) dê heta dawiya salê hewceyê alîkariyên mirovî bin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 6,3 milyon mirov in.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku gelek Sûdaniyên ji cih û warên xwe bûne, bi nexweşiya sorik û kêmxwariniyê ketiye. Gelek penaberên ku derbasî Sûdana Başûr û Etiyopyayê dibin bi nexweşiya sorikê ketine û gelek jî bi kêmxwariniyê re rû bi rû ne. Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Fîlîppo Grandî jî got: “Di encama vê pevçûna wêranker û kêmbûna baldariya gerdûnî de her roj bi dehan zarok dimrin.”

UNICEF: Dibe ku heta dawiya salê bi hezaran zarokên ku nû ji dayik bûne bimrin

Hişyariya der barê rewşa zarokan li Sûdanê jî ji Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hat. UNICEF’ê diyar kir ku li Çadê ku ji destpêka şer û vir ve hejmara herî mezin a penaberên Sûdanî lê malovanî kiriye, kêmxwariniya akût di nava zarokan de gihîştiye asteke giran. Her wiha hişyar kir ku ji ber negihîştina dermankirinê heta dawiya salê dibe ku bi hezaran zarokên nû ji dayik bûne bimrin.