Li Sûdanê dû rojan agirbesta yek alî hate îlan kirin

Li Sûdanê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên paramîlîter ragihandin ku bi boneya cejna qurbanê, agibesta yek alî ku di meriyetê de ye îlan kirin.

Navenda Nûçeyan - Li Sûdanê pefçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) di 15’ê Nîsanê de destpêkirin berdewam dike. Fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Mûhammed Hamdan Dagalo ragihand ku 2 rojên agirbesta ku îro destpê bike îlan kirine.

Bi boneya cejnê agirbesta yek alî

 Fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Mûhammed Hamdan Dagalo li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Facebookê deng parve kir û got: “Bi boneya cejan qûrbanê ji derveyî parastina cewherî em agirbesta yek alî îlan dikin.” Hamdan Dagalo da zanîn ku ew hêvîdar e ku rojên cejnê di nava pêkhateyên gelê Sûdanê de bibe firsandek li hevhatinê û got: “Em şert û mercên zehmet yên ku şer rê li ber vekiriye hîs dikin. Em di wê hêviyê de ne ji şer hîn yektir û bi hêztir dervikevin.”   

3 hezaran zêde kesan jiyana xwe ji dest dane

Li gora hêjmarên Wezareta tendirsûtiya Sûdan û Netewên Yekbûyî (NY) ji ber pevçûnên di navbera artêşa Sûdan û Paramiliterên Hêzên Piştrigiya Lezgîn de berdewam dike, 3 hezaran zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran kes birîndar bûn. Ji ber şer zêdeyî 2,5 milyon kesên ku di nava welat û derve de ji cihê xwe bûne.