Li Sudanê di pevçûnan de 822 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Di aloziyên ku du meh in di navbera artêşa Sudanê û hêza alîkariya lezgîn a paramîlîter (HDK) de derketin, hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 822’an.

Navenda Nûçeyan- Li Sudanê di navbera artêş û hêza alîkariya lezgîn a paramîlîter (HDK) de di sibeha 15’ê Nîsanê de pevçûnên bi çekan dest pê kirine berdewam dikin. 

Di daxuyaniya ku sendîkaya bijîjkên Sudanê daye de wiha hat gotin: “Di berdewamkirina pevçûnan de li peytext Hartumê û hinek eyaletan gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Di pevçûnan de li paytext Hartumê, li eyaleta El Ubeyd û rojavayê Darfurê, mirina li bajarê El Cuneyne jî di nav de 822 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 3 hezar û 215 kes jî birîndar bûn.”

WHO: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 604’an

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) di 10’ê Gulanê de aşkera kiribû ku hejmara kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane 604 e, hejmara birîndaran jî gihîştiye 5 hezar û 127’an. Li Sudanê ji bo ku pevçûnên di navbera artêş û HDK’ê de derketine, ji bo werin rawestandin li Erebistana Siudî li bajarê Ciddeyê di navbera aliyan de hevdîtin hatibûn kirin, di encama hevdîtinê de di 11’ê Gulanê de “beyanameya Ciddeyê” hatibû îmzekirin.