Li Sudanê agirbesta 7 rojan wê roja duşemê destpê bike

Hat diyarkirin ku li Sudanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez a paramiliter de biryara agirbesta 7 rojan hatiye girtin. Agirbest wê roja duşemê were destpêkirin.

Navenda Nûçeyan - Li Sudanê pewçûnên ku 15’ê Nîsanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez de destpêkir berdevam dike, herî dawî hat diyarkirin ku di navbera her du aliyan de agirbestek 7 rojan hatiye destpêkirin. Erebistana Siûdî û Emerîka da xuyakirin ku wê agirbest roja duşemê were destpêkirin.

Sendikaya Bîjîşkan a Sudanê di daxuyaniya xwe ya herî dawî diyar kiribû ku miriyên li Xertûm, El Ubeyd û El Cuneyne a ku girêdayî eyaleta Darfura rojhilate jî di nav de bi giştî 822 siviş jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar 215 kes jî bîrîndar bûye. Ji ber pewçûnen li welat 843 hezar kes jî ji cûh û warê xwe bûne.

Wê hevdîtin bidome

Li gorî nûçeya SPA ya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, agirbesta di navbera artêşa Sûdanê û HDK'ê de di daxuyaniya hevpar a Erebistana Siûdî û DYA'yê de hat piştrastkirin. Hat diyarkirin ku agirbest dê roja duşemê 22’ê Gulanê saet 21:45’an li gorî dema herêmî li Sûdanê bikeve meriyetê û hevdîtinên ku li bajarê Ceddayê ji bo çareserkirina krîza li Sûdanê tên kirin dê bidomin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku agirbesta ku wê 7 rojan dewam bike, bi erêkirina aliyan dikare bê dirêjkirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku agirbest dê bibe mekanîzmaya şopandina agirbestê ku di qada navneteweyî de ji aliyê Erebîstana Siûdî û DYA’yê ve tê piştgirîkirin.