Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û xebatkara Kovara Demokratîk Modornîteyê Sema Korkmaz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Stenbol – Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tê meşandin de, polîsan îro di danê sibehê de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xebatkara kovara Demokratîk Modernîteyê Sema Korkmaz jî di nav de gelek kes binçav kirin.
Ciwanên ku piştî serdegirtina malan bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê. Hat hînbûn ku ji bo dosyayê biryara “nepeniyê” hate dayîn û hevdîtina parêzeran a bi miwekîlan re hate bisînorkirin.
Navên kesên ku navên wan hatin hînbûn wiha ne: “Sedat Ugraş, Muhammed Ugraş, Bariş Ugun, Rojîn Degîrmencî, Osman Koçar, Serhat Yavaş û Sema Korkmaz.”