Li Sîûdê İyman El-Metîrî weke alîkara wezîrê bazirganî û berhemhênanê hat wezîfedarkirin

İyman El Metîra ku di gelek karan de serkeftî bû, Siûdiyê diyar kir ku İyman El-Metîrî weke alîkara Wezîrê Bazirganiyê wê li Siûdiyê kar bike.

İyman El Metîra ku di gelek karan de serkeftî bû, Siûdiyê diyar kir ku İyman El-Metîrî weke alîkara Wezîrê Bazirganiyê wê li Siûdiyê kar bike.
Navenda Nûçeyan– Di roja 3'yê Gulanê de melikê Siûdiyê Silêman Bin Abd El-Zîz biryarnameyeek derxist ku tê de alîkarê serokê bazirganî û berhemhênanê hilbijartiye aşkere kir û İman EL-Mitîrî wekî alîkara wezîrê bazirganiyê hat hilbijartin.
İyman El-Metîrî 50'î salî pîştî gelek serkeftinên xwe yên di 27 salan de bi dest xîstî, cihê xwe di karê xwe yên nû de girt. Ew di sala 2015’an de weke şêwirmenda Wezîrê Karûbarên Civakî û di sala 2017’an de şêwirmenda Wezîrê Bazirganî û Veberhênanê kar dikir.
Xwedî bawernamê ye 
İyman El-Metîrî di sala 1992'an de ji Zanîngeha Feysel bin Ebd El-Rihman bawernameya bekeloryos ya beşê kîmya girt. Heta sala 1994'an li heman zanîngehê ya tibê de di Beşa Kîmya yê de wekî alîkarê mamostetiyê dest bi kar dike. Her wiha  Ofîsa Bernameya Pêşkeftina hêza Mirovan jî ava kiriye, armanca wê ewe ku pêşxistina qabîliyetên mirovî yên li welêt pêk were.