Li Silopiyayê mamosteyê kiryarê êrîşa zayendî hat girtin

Mamosteyê ku li Silopiyayê êrîşa zayendî li 3 xwendekaran kiribû hat girtin.

Şirnex – Li navçeya Silopiya Şirnexê 3 xwendekarên lîseyê yên li yûrda kuran diman, diyar kirin ku li yûrdê ji aliyê mamosteyên xwe ve rastî êrîşa zayendî hatine.

Piştî ku zarokan serpêhatiyên xwe ji rêveberiya dibistanê re vegotin, polîs hatin agahdarkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Silopiyayê ve der barê êrîşa zayendî de hat destpêkirin de îfadeyên 3 xwendekaran hatin girtin. Li ser îfadeyên xwendekaran mamoste Sadûn V. hat binçavkirin.

Sadûn V. yê ku piştî îfadeya wî ya li dozgeriyê sewqî dadgehê hat kirin, bi îdiaya "îstismara zayendî ya li dijî zarok" hat girtin û wî şandin girtîgehê.