Li Silêmaniyê li ser sedsaliya Lozanê komxebat hat lidarxistin

Di komxebata ku bi boneya bidawîbûna sedsala peymana Lozanê hat lidarxistin de çalakvan û siyasetmedaran daxwaz kirin ku aliyên siyasî ji bo hilweşandina vê peymanê bibin yek.

Silêmanî-Îro danê sibehê Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Başûrê Kurdistanê bi tevlibûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî li Hola Emnesûreke der barê  100 saliya peymana Lozanê û çarenûsa Kurdan de komxebatek li dar xist. Komxebata ku bi dirûşma “Di Sedsaliya Peymana Lozanê de Kurd Pêkvejiyanê li Rojhilata Navîn Dikin Çareserî” dest pê kiribû berdewam dike.

Komxebatê destpêkê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdan dest pê kir. Piştre bi du panelên bi sernavê “Nêrîneke zagonî û dîrokî li ser Lozanê” û “Encamên siyasî yên Lozanê yên niha û siberojê” hat rêvebirin.

Di beşa yekem de Prof. Dr. Şoreş Hesen bi mijara “li ser rehendên hiqûqa pirsgirêka Kurd ji bin siya peymana Lozanê de”,  Prof. Dr. Kamûran Mentik li ser “Venêrîneke din a li ser Lozanê, Mamoste Sitem Kamîl jî li ser “Sedsal piştî Lozanê, Kurd di navbera derfet û nebûna stratejiyeke hevpar de” axivîn.

Beşa duyem jî li ser “Encamên siyasî yên Lozanê yên niha û siberojê” be. Di vê beşê de jî Kardo Mihemed li ser “Stratejiya neteweyî û şêwazê hikumranî”, Bilêse Cebar Ferman li ser “Siyaseta Kurd piştî sedsalek ji Lozanê”, Dr. Cawîdan Kemal li ser “Projeya Kurd û ezmûna Rojavayê Kurdistanê di sedsaliya Lozanê de” axivîn.

‘Bi peymana Lozanê re Kurd ji dîrokê hatin rakirin’

Parlamenterê berê ya Goran Kardo Mihemed di panelê de axivî û got: “Peyman çarenûsa gelan diyar dike. Dema em temaşeyî Peymana Lozanê  bikin, berjewendî bûn sedem ku  siberoja gel têk biçe. Divê em derfetan ji dest nedin. 32 sal in desthilatdariya me heye, me çi kiriye ku ji bo gelê Kurd stratejiyek baş bi dest bixin. Me ev nekir. Me sûd ji derfetên navneteweyî negirt. Di têkoşîna gelê Kurd de  jin çûn ser dika dîrokî ku bû hêviya gelan, me sûd bi qasî pêwîst jê negirt. Ewqas me berdêl da me encam zêde negirt. Pêwîstiya me li başûr bi sîstemeke xurt a rast heye. Divê em bîr li stratejiya neteweyî bikin. Sûdê ji cêwaziyên hev bigrin bixin berjewendiyên giştî.”

‘Lozan ji ber xweperestî û nebûna yekitiya Kurdan bû’

Siyasetmedar Bilêse Cebar di penelê de axivî û got: “Li vir pirsgirêka her girîng ew e ku gelo Peymana Lozanê dê bi dawî bibe yan na? A rast di peymana Lozanê de tu made nîn e ku tê de bê nivîsîn bê hilweşandin. Eger hilneweşe divê çi bikin? Tirkiye niha û berî sedsal ji hev cuda ye. Li gorî desthilatdariya niha ya Tirkiyeyê dawî li dema Ataturk hatiye, li gorî Tirkiyeyê Lozan ji bo wan bi zirar bû, sînorê wê kêm kiriye. Ji bo vê divê Tirkiye çi bike. Ji bo hinek made û peymanên din derfet dide ku hinek xal bên guhertin. Herêma xwe zêde bike û desthilatdariya xwe zêde bike. Du  bendên Lozanê dihêlin ku Tirkiye sûdê jê bigre, bi vê yekê xaka rojava dagir kiriye. Ew dixwazin li vir guherînê bikin, a li Hatayê kiriye dubare bike. Vê yekê bi referandûm û parlamentoyê bike. Bi vî rengî Mûsilê dikare dagir bike û di heman demê de gelek deverên Başûr dagir kiriye. Lozan berhema xweperestî û nebûna yekitiya Kurdan bû.”

‘Jin di yekitiya neteweyî de xwedî rol in’

Seroka Fraksyona Goran a parlamentera Kurdistanê Gulistan Seîd der barê peymana Lozanê de wiha got: “Peymana Lozanê Kurdistanê kir çar parçe. Divê Kurd yekrêz û yek deng bin û hewldana hilweşandina Lozanê bidin, da ku bigihîjin qonaxeke baş. Gelek pakrewanên şoreşên me hene, yekitiya me bi dirûşm nabe û divê aliyên siyasî werin gel hev. Ji bo bigihîjin armanca netewa xwe û divê ji dil yek bin, jin dikarin di yekitiya neteweyî de roleke bandorker bilîzin.”