Li Silêmaniyê cihekê dîrokî yê beriya 2 hezar û 500 salan hat dîtin

Tîmek hevbeş ya Rêveberiya Midûriyeta Arkeolojiyê ya Silêmaniyê û Zanîngeha Chubu ya Japonya, cîhek girîng ya arkeolojîk li girê Yasîn Tepe yê girêdayî bajarokê Tancero yê Silêmaniyê dît ku dîroka wê zêdetirî 2 hezar û 500 sale.

Silêmanî – Rêveberiya Arkeolojiyê ya Silêmaniyê bi hevkariya zanîngeheke Japonya ya Chubu li bajarokê Tancero yê Silêmaniyê cihekê arkelojîk ya serdema Asûriyan dît.

Di derbarê mijarê de Parêzgarê Silemaniyê Heval Ebûbekir ragihand piştî hefteyek ya xebitîna tîmên arkeolojiyê de, berhemên gelek girîng û yekane yên arkeolojîk ku tenê li Iraq û Kurdistanê dîtin. Dr. Heval Ebûbekir da zanîn ku li gorî çînên zanistî, ji serdema neolîtîk heta serdema îslamê diguhere û got;  “Ev tîme li ser berhemên arkeolojîk yên serdema Asûriyan dixebite û bermahiyên xaniyan, kolanan û cihên goran, tevî parçeyên arkeolojîk yên kêm û bêhempa  yên serdema Asûriyan dibîne.”

Herwiha Parêzgarê Silêmanê da zanîn ku ew erdê keşfa arkeolojîk lê hatiye kirin gelekî balkêşe û bi kevirên bêhempa hatiye xêzkirin. Em dikarîn bêjin ku bi awayekê endazyarî hatiye çêkirin û gelek balkêş û girînge.” Derbarê xebatên paşerojê yên di warê arkeolojîk û dîtina berhemên dîrokî de, Parêzgarê Silêmaniyê eşkere kir ku Rêveberiya Arkeolojiyê ya Silêmaniyê bi hemahengiya li gel tîma zanîngehên navnetewî, kurseke perwerdeyê ji bo çend alavên ku di warê arkeolojiyê de têne bikaranîn vebike ku di testên arkeolojîk de bê bikaranîn.