Li Silêmaniyê çalakiya mamoste û xwendekaran berdewam dike

Li herêma Kurdistanê çalakiya xwendekar û mamosteyan ji bo bidestxistina mafên xwe berdewam dike. Xwendekarên ku beşdarî xwepêşandanê bûne diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn wê li qadan bin.

Silêmanî- Îro li bajarê Silêmaniyê, xwendekarên qonaxa 12’an a amadeyî û mamosteyan bi xwepêşandan û bilindkirina dengê nerazîbûnê heta ber deriyê wezareta perwerdeya giştî ya Silêmaniyê meşiyan.

Daxwaza xwendekaran ew e ku wane werin kêmkirin û waneyên îsal biguherîn her wiha mamoste daxwaz dikin ku mafên wan werin dayîn û bi awayekî fermî tayîn bibin û mûçeyên ku negirtine bigirin. Lê rayedarên wezareta perwerdeya giştî jî ew e ku heta xwendekar û mamosta baykotê bi dawî nekin û neçin dibistanê daxwazên wan bi cih naynin.

Xwendekara bi navê Nevar Hîwan got: “Armanca me bi xwepêşandanê kêmkirina waneyên îsal e. Em li qadan daxwaza mafên xwe dikin lê belê hikumetê heta niha bersiva daxwazên me nedaye. Mamoste jî piştgiriya daxwazên me dikin, ji ber ku dizanin waneyên zêde barê me giran dikin.”

Xwendekara bi navê Nigîn Elî da zanîn ku mamoste piştgiriya wan dikin û got: “Mamoste ji bo em daxwaza mafên xwe bikin piştgiriya me dikin. Ji ber waneyên zêde yên ku didin me em nikarin bi awayek baş bigrin ev jî me ji dibistanê sar dike. Hikumet cudakariyê di nava xwendekaran de çêdike, em daxwaza mafên xwe dikin.”

‘Me waneyên derbasbûyî fêrî xwendekaran kir’

Mamoste Perwîn Abdullah a beşdarî xwepêşadanê bû wiha got: “Ev du meh in ji bo daxwaza mafê xwe em li qadan in û niha jî em piştgiriya xwendekaran dikin. Ji ber ku li tu deran bêyî xwendina waneyan xwendekar beşdarî ezmûnan nabin. Em weke mamoste piştgiriya daxwaza rewa ya gelê xwe dikin û her dem em ê li qadan bin. Îsal baykota dibistanê kirin, waneyên borî me fêrî xwendekaran kir.”