Li Silêmanî jinek ciwan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da

Li ber deriyê zanîngeha bajarê Silêmaniyê cenazeye jinek ciwan a ku ji ser pirê ketibû xwarê û bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dabû hate dîtin.

Navenda Nûçeyan-Li Başûrê Kurdistanê qetilkirin û mirina jinan her ku diçe zêde dibe. Tenê di meha Tebaxê de 12 jin hatin qetilkirin yan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di bûyera dawî de, îro cenazeyê jineke ciwan li ber deriyê zanîgeha Silêmanî ku bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye hat dîtin.

Der barê bûyerê de berpirsê beşa lezgîn a nexweşxaneya Silêmaniyê ragihand ku bûyer di saet 06: 12’an de çêbûye, jinek temenê wê di navbera 18-20 salî de ji pira li ber zanîngeha Silêmaniyê ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyan dema ku tîmên tendirustiyê gihîştine cihê bûyerê, jina ciwan jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha hat diyarkirin heta niha sedema bûyerê nehatiye zanîn.