Hewar Mihemed: Şoreşa Jîna berdewamiya şoreşa Rojava ye

Rojnamegerên jin bi xebatên xwe dengê şoreşa “Jin Jiyan Azadî” gihîştandin tevahî cîhanê û bû sedem ku ev dirûşm li cîhanê belav bibe.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Salek di ser serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re derbas bû ku di 16’ê Îlona 2022’an de piştî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yê Îranê ve qetilkirina Jîna Emînî li seranserî welat belav bû. Rojnameger Hawar Mihemed a derbarê serhildanên li Îranê de axivî bal kişand qada ku bû cihê ev şoreş xwe li ser hîmên wê mezin bibin û got: “Şoreşa Jîna berdewamiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye.”

Hewar Mihemed bal kişand polîtîkayên dijber3i jinan a rejîma Îranê û got: “Ne tenê Jîna Emînî du hefte beriya qetilkirina Jînayê, Şilêr Resûl li hemberî destdirêjiyê xwe ji avahiyê avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da. Vê yekê jî di nava jinan û rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan de bû sedema nerazîbûnê. Ji ber wê jî qetilkirina Jîna berdewamiya vê zilmê bû ku bi salan e li hemberî jinan li Îranê bi taybetî li hemberî gelê Kurd tê meşandin.”

 ‘Jinan pêşengiya serhildanê kir’

Hewar Mihemed bal kişand pêşengiya jinan a di serhildanê de û got: “Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ rastiya wê jiyanê bû ku gel li Îranê dijî. Ji bo vê divê bi temamî bigihîje cîhanê. Ev dirûşm felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di nava vê dirûşmê de jin daxwaza azadiyê dikin, ji ber wê dikaribûn bibin xwedî bang. Hemû çîn beşdar bûn û bi vê dirûşmê jinan pêşengiya serhildanê kir. Her çendî ji aliyê desthilatdariyê ve ji bo tepisandian vê dirûşm û serhildanê hewldana cidî hat dayîn jî jinan dengê xwe gihîştand hemû cîhanê.”   

‘Jinan li girtîgehan têkoşînê domandin’

Hewar Mehemed a got ku “Jinan di nava girtîgehan de têkoşîn û şoreşa Jîna  berdewam kirin” wiha domand: “Di nava girtîgehê de dengê xwe bilind kirin û xebatên xwe domandin. Şoreşa Jîna berdewamiya heman şoreşa li Rojavayê Kurdistanê ye û serkeftinê bi dest xistiye. Ji ber wê divê ev şoreşa Jînayê bi heman awayî berdewam bike heta asta serkeftin û gihîştina armanca xwe. Divê hemû bizanibin şoreş û guherîn bi asanî çênabe, ji ber wê divê tevahî jin bi taybetî jinên rojnameger li her cihê ku lê ne dengê xwe bilind bikin, îradeya jinan bigihîjînin tevahî cîhanê. Erka jinên rojnameger tenê ne rawestandina li hemberî zextên dewletê ye divê hewl bidin ji bo berdewamiya dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi xebatên xwe bandorê li ser civakê çêbikin.”