Li Silêmanî derbarê pêşengiya jinan a di şoreşê de semîner hat dayîn
Bi hevbeşiya Encûmena Jinên PYD û Kongra Star, derbarê têkoşîn û pêşengiya jinan de semînerek hat dayîn. Paşê encamnameya Kongra 9’emîn a Kongra Star hat xwendin.
Silêmanî – Îro li ofîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li bajarê Silêmanî, bi hevbeşiya encûmena jinên PYD’ê û nûnertiya Kongra Star a Rojava ya li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya jinên ji çar parçeyê Kurdistanê, derbarê têkoşîn û pêşengiya jinan, bandor û rola pêşengiya jinan a di têkoşînê de semînerek hat dayîn.
Seminer bi deqeyek rêgirtin ji bo giyanê tevayî pakrewanên Kurdistanê destpê kir.
Di semînerê de Endama Encûmena Jinan ya PYD’ê Şervîn Delîl axivî û wiha behsa têkoşîna jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê kir: “Ev 13 sal e li Rojavayê Kurdistanê şoreşek heye, ji bo ji holê rakirina vê şoreşa ku bi pêşengiya jinan destpêkir, dewleta Tirk ya dijminê Kurdan e her tim êrîşî gelê Kurd û jinên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê têkoşîn û berxwedaniyê dike, dike.”
‘Jin ji bo parastina destkeftiyên xwe têdikoşin’
Şervîn Delîl di berdewamiya axaftina xwe de derbarê pêşengiya jinan de wiha got: “Dayik û jinan ji bo vê şoreşê kedek gelek mezin dane û gelek zor û zehmetî kêşane. Niha jî Rojavayê Kurdistanê di rewşa şer de ye û gel weke penaber li ser xaka xwe jiyan dike. Ev rewş ji bo jinan girantir e. Aqilê 5 hezar sal yê mêrsalariyê wisa kiriye ku jin rastî zilm, zordarî û kuştinê tên. Lê belê niha jin pêşengiya şoreşa Rojava û Rojhilatê Kurdistan dikin û têkoşîna xwe ya ji bo parastina destkeftiyên xwe didomînin.”
Endama Encûmena Jinan ya PYD’ê Bêrîvan Mihemed peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya derbarê jinan de xwend.
Piştre Endama Kongra Star Silava Silêman encamnameya kongra 9’emîn a Kogra Star ku di 15’ê Çileyê de li Rojavayê Kurdistanê hatibû li darxsitin xwend.