‘Kamp bi ewle ne, lê belê pirsgirêk zêde ne’

Jinên Îdlibê yên mexdûrên erdhejê diyar kirin ku kon û kampên ku tê de xwe bi ewle hîs dikin lê ji ber pêkneanîna pêwistiyên bingehîn bi gelek pirsgirêkan re rû bû rû dimînin.

Îdlib – Ji ber erdheja ku navenda wê Mereşe li Bakur û bajarê Îdlib yên Bakûr û Rojhilatê Suriye gelek jê bandor bû. Jinên ku ji ber xisar gihane malên wan, nikarin di malên xwe de bimînin û diyarkirin ku ji bo wan kamp bi ewle ye, jinên ku di qampan de jiyan dikin bal kişandin li ser pirsgirêkên ku jiyan dikin.

‘Serşû ji konan dûr in’

Amira Arabo ya 32 salî ku li bajarê Îdlibê jiyan dike da zanîn ku ji ber erdhejê mala wê hilweşiyaye û wiha got: “Mala min ji ber erdhej û erdhejokan hilweşiya ye. Niha ji bo me kon bi ewletir e. Ez ji taxa ku min lê jiyan dikir hatim û li kampan bi cih bûm, ji ber erdhejê min gelek mirovê xwe winda kir. Em bi gelek zoriyan re rû bi rû dimînin, pirsgirêka herî sereke jî av e. Serşûyên hevpar ji konên ku em têde dimînin dûre. Amêrên germahî û melzemeyên bingehîn yên jiyanê jî kêmin.”

‘Alîkariya mirovî nîn e’

Farah Al-Ammari ya 29 salî weke jinek ji warê xwe yê Harem yê Rojavayê Îdlib dûr ketiye destnîşan kir ku her çendî zor jî be derûniya ku di konan de jiyan kirin wê aram dide hiskirin û wiha got: “Ew avahiya ku me tê de jiyan dikir dû qat bû, kon ji malên beton û avahiyên gelek qat, ji ber ji naylon û qûmaşan hatine çêkirin û di erdhejê de hilnaweşin bi ewle ye. Heta niha me alîkariyek ya mirovî negirtiye û me bi xwe kon anîne.”