Li Sêwasê Mevlude Parlak hat qetilkirin
Li Sêwasê Mevlude Parlak ji aliyê mêrê pêre zewicî ve bi darbên kêrê hat qetilkirin.
Navenda Nûçeyan - Li Taxa Karşiyaka ya Sêwasê Rahmî Parlak Mevlûde Parlak a ku pê re zewici bû bi kêrê qetil kir. Li ser ixbarê polîs û ekibên tendirustîyê yên 112 çûn cîhê bûyerê. Ekibên tenduristîyê dema hatin cîhê bûyerê tespit kirin ku Mevlûde jiyana xwe ji dest daye.
Ekîbên tenduristîyê cenazê Mevlûde rakirin Morga Nexweşxaneya FakulteyaTibê ya Zanîngeha Komarê ya Sêwasê.
Rahmî Parlak ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hat diyarkirin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hate despêkirin.