Li Sêrtê bedena Sanyur Suyucu ya şewitî hat dîtin

Li Hawêla Sêrtê bedena jina binavê Saynur Suyuncu ya şewitî hat dîtin.

 
Navenda Nûçeyan – 10’ê Nîsanê li gundê Kelhokê yê navçeya Hawêlê ya Sêrtê bedena jina 27 salî Saynur Suyuncu yya dayika çar zarokan hat dîtin. Saynur a ku li Nexweşxaneya Dîlce li beşa şewatê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku Saynurê li mala lê dima tundî didît û xwestiye dawî li jiyana xwe bîne.
Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.