Li Serêkaniyê tecawîza komî
Li Serêkaniyê ya tiştên tên jiyîn weke lekeyek reş tê binavkirin, jinek rastî tecawîza komî ya çeteyan hat.
Navenda Nûçeyan – Hat hînbûn ku li Serêkaniyê ya ji hêla Artêşa Niştimaniya Sûriyê û komên çete yên girêdayî Turkiyê ve hatî dagirkirin jinek ji aliyê komek çeteyan ve hat tecawîz kirin. Li Serêkaniyê ya êrîşên dagirkeriyê hîna didomin. Bi êrîşan re êrîşên ser jinan û binpêkirinên mafê mirovan zêdebûn. Heya niha 6 hezar 660 kes ji aliyê dagirkeran ve hatine revandin. Ji yên hatine revandin 4 ji zindanan hatin derxistin, hîna aqubeta 2 hezar 660’an jî nediyare. Ji wan jî piranî jinin. Tecawîzkirina jinan ji aliyê komên çeteyên girêdayî Turiyê ve derbazî qeyîdên NY yê jî bûne.
Li ser medyaya civakî hat parkirin
Li ser hesabê aktîvîstên mafê mirovan ê civakî li Serêkaniyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê Rojava ya dibin êrîşên komên çeteyên girêdayî Turkiyê de wêneyê jinek Ereb a bi navê R. E. B û li kêlekê jî nivîsa “rastî tecawîza komî hat” heyî hat parkirin.
Hat piştrast kirin ku endamên beşa istixbaratê ya qaşo Polîsê Leşkerî yên girêdayî hêzên dagirker ên Tirk ev suc kirine. Li gorî agahiyên hatine parkirin R. E. B ji hêla istixbarata leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker ve hatiye revandin û çeteyên bi navên Sedûn Qeytûn û Ebdulrezaq El-Mewlûd destdirêjî lêkirine.
Agahiyên di derbarê nasnama her du çeteyan de jî wihane, Sedûn Qeytûn ji gundewarên Idlibê û endamê istixbarata Polîsa Leşkerî ye. Ebdulrezaq El-Mewlûd jî ji Dêrazorê ye û endamê beşa erkên taybet a polîsên Serêkaniyê ye.