Li Serêkaniyê jinek hat qetilkirin

Li Serêkaniya ku ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, jinek ciwan hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Artêşa Tirk a dagirker 9'ê Cotmeha 2019'an bi armanca dagirkirinê êrîşê Serêkaniyê û Girê Spî kir û her du bajar di heman salê de dagir kirin. Li Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wî ve hatiye dagirkirin, jineke din a ciwan hat qetilkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Ezîziyê yê Serêkaniyê jineke ciwan bi amûreke tûj hatiye qetilkirin. SOHR’ê da zanîn ku hevserê jina ciwan a hatiye qetilkirin, ji aliyê komên girêdayî dewleta Tirk ve hatiye revandin.

Di 9’ê Cotmehê de jî li bajarê Serêkaniyê kesekî 2 jinên ciwan qetil kiribû. 30’yê Tîrmehê jî şêniyên gundê Diwêra yê Serêkaniyê cenazeyê keçeke 17 salî ya hatibû qetilkirin, dîtibûn.