Rojhilat di salvegera serhildanên Mijdara 2019’an de di grevê de bû

Li ser banga çalakgeran, bi boneya salvegera protestoyên Mijdara 2019’an ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li bajaran greva giştî hate lidarxistin.

Serdeşt – Ji ber zêdebûna nirxê sotemeniyê û krîza aborî ya Îranê di sala 2019’an de li sedan bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan dest pê kirin. Di serhildanên meha Mijdara 2019’an de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi sedan welatî ji aliyê polîs û leşkerên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin. 15’ê Mijdarê salvegera serhildanên 2019’an bû û li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî bi ser ket.

Li bajarên Sine û Mehabadê ev 3 roj in greva giştî ya ku duh tevahiya rojê pêk hat, li Serdeştê jî greva giştî hat lidarxistin, wesayît hatin sekinandin, cihên kar kepçeyên xwe venekirin.

Piştî bangên çalakgeran, li gelek bajaran, ji Sine, Mehabad, Bane, Merîwan, Seqiz, Kamyaran, Dîwander û Ciwanroyê, esnafan dikanan venekirin.

Di çalakiya greva giştî ya li Serdeştê de hat dîtin ku jin bêyî ku hîcabê li serê xwe bikin daketin qadan, çalakiya jinên ku bêyî hîcabê li ber sazî û rêxistinên girêdayî rejîma Îranê derbas dibûn, bal kişand.

Li gelek bajaran gel li kolanan bûn

Li şûna greva giştî ya ku tevahiya rojê dewam kir, danê êvarê çalakî hatin lidarxistin. Li gelek bajarên Sine, Bukan, Mehabad û Seqizê bi dirûşmeyên “Bimre dîktator”, “Kurdistan dê bibe goristana faşîstan”, “Jin, jiyan, azadî” xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyên li Rojhilat de jî daxwaza derketina ji herêmê ya rejîma Îranê derket pêş.

Li Sine hêrsa welatiyan a li hember rejîmê xwe di çalakiyên nerazîbûnê de nîşan da. Li bajêr 3 roj in greva giştî didome. Di xwepêşandanên şeva borî de, welatiyan bi dirûşmeyên “Rejîma Mela bicehnime” wesayîtên girêdayî leşkerî-polîsên rejîma Îranêdan ber keviran. Li Bûkanê jî dîmenên bi vî rengî derketin.