Ji Kongra Star semînerên 25’ê Mijdarê didome
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de Kongra Star a navçeya Til Temirê semînerek da bijîşk û hemşîreyên Nexweşxaneya Şehît Lêgerîn û tekezî li ser têkoşîna li dijî tundiyê hate kirin.

Hesekê - Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Kongra Star di bin diruşmeya "Li dijî her hemû cureyên tundiya dewletê û hişmendiya zilam; Jin, Jiyan, Azadî" Kongra Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê semînerên ku di 12'ê Mijdarê de ji aliyê Pilatforma çalakiyên hevpar yên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû ragihandin, dewam dikin. Îro di heman çarçoveyê de Kongra Star semîner da bijîşk û hemşîreyên Nexweşxaneya Şehît Lêgerîn a navçeyê.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Komîteya Perwerdê a Kongra Star Mûfîda Şêx Salih axivî û qala girîngiya têkoşîna li dijî tundiyê kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Awayên tundiyê pir in tenê bi lêdanê re sînordar namîne. Her wiha tundiya giyanê, psîkilojî ku pê re gelek nexweşiyan jî tîne. Di bin navê namûsê de gelek sûc li dijî jinan tê kirin, ji lewra divê civaka me hişyar be û asta zanista xwe bilind bike. Her wiha ji bo jinan jî wiha ye, divê tundiyê qebûl nekin û li dijî wê têbikoşin. Ya girîng di vê mijarê de ew e ku wekheviya di navbera her dû zayendan de pêk were."
Semîner bi nîqaşan dewam kir û paşê bi diruşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.