Li Serdeştê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê komek jinên Serdeştê ve bi çandina şitlan hat pîrozkirin.
Serdeşt - 4'ê Nîsanê 74'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wekî her derê Kurdistanê, ji aliyê jinên Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê ve jî hat pîrozkirin.
Komek jinên Serdeştê bi çandina şitlan bal kişandin ser bandora felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser serhildana gel û bi pîrozkirina 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza azadiya wî ya fizîkî kirin.
‘Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bingeha xwe ji felsefeya Rêber Apo digre’
Bi vê boneyê çalakvaneke civaka sivîl ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha got: “Her çendî Rêber Apo zêdetirî bist salan e li Îmraliyê tê girtîn jî fikir û ramanên wî li seranserê Kurdistanê belav bûne. Îsal serhildana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve dest pê kir sînorên Kurdistanê derbas kir û belavê cîhanê bû. Bingeha dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" azadiya jinan û jîngeha ku ji aliyê pergala baviksalarî ve tê talankirin e. Ji ber vê yekê em di rojbûna Rêber Apo de wek komek jin, daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin.”