TJA: Li dijî vê desthilatdariyê em ê xwe bi rêxistin bikin

TJA ji bo hilbijartinên giştî amadekariyên xwe dike û dê li her derê bi jinan re civînan li dar bixe. Aktivîsta TJA’yê Gulistan Sonuk bang li jinan kir û got ku ji bo vê desthilatdariyê biçe divê li her derê xwe bi rêxistin bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Hilbijartinên serokomarî û giştî yên di 14’ê Gulana 2023’yan de pêk werin nêz dibin. Hê partiyan lîsteya parlamenterên xwe aşkera nekirine lê jin ji niha ve diyar dikin ku ew ê destekê bidin kê û çi bikin. Tevgera Jinên Azad ku dê piştgiriyê bidin namzedên Tifaqa Ked û Azadiyê, piştî ku Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk benanameya xwe ya hilibijartinê aşkera kir dest bi xebatên xwe kir. Armanca TJA’yê ew e ku di vê pêvajoyê de bi hemû beşên civakê re were ba hev.

Em bi aktivîsta TJA’yê Gulistan Sonuk re li ser pêvajoya hilbijartinê û xebatên hilbijartinan axivîn. Gulistan Sonuk diyar kir ku ew ê gund bi gund tax bi tax bigerin, ji bo hilbijartinê bixebitin û ji me re behsa xebatên ku heta hilbijartinê dane pêşiya xwe axivî.

‘Armanca me ew e ku em bi awayê herî bi hêz bikevin meclisê’

Gulistan Sonuk da zanîn ku desthilatdariyê hemû destkeftiyên jinan kiriye hedef, mînaka Peymana Stenbolê da û wiha got:

“Ji bo em destkeftiyên xwe bixin bin temînatê divê bi awayê herî bi hêz em bikevin meclisê. Di beyanameya hemû partiyên siyasî de behsa polîtîkayên xwe dikin em baş dizanin ku hêza sereke ya ku wan polîtîkayan bixe meriyetê em in. Em baş dizanin rêveberiyek ku hejmara jinan tê de kêm be, nikare ji bo gelan, mirov û zarokan pêşerojek ava bike dijberî wê dê rêveberiyek ku şer û rantê xwedî bike be. Têkoşîna me ya esasî ew e ku em di vê hilbijartinê de bi awayê bi hêz bikevin meclisê û hemû mafên heyî bixin bin temînatê. Dîsa em dixwazin pirsgirêkên civakê yên bi salan e didomin di bin banê meclisê de bi riyên demokratîk çareser bikin.”

‘Li dijî vê rêveberiya ceberût divê hemû jin xwe bi rêxistin bikin’

Gulistan Sonuk diyar kir ku li dijî desthilatdariya ku ji destpêkê ve hewl dide dengê jinan bibire dê di pêvajoya hilbijartinê de dengê xwe bilind bikin û wiha domand: “Jin di vê hilbijartinê de dê ji bo rastî, edalet û xweşikbûnê dengê xwe bidin. Heta îro ji bo destkeftiyên me têk bibin çi ji destên wan hat kirin. Divê bi vê hilbijartinê bi dengê xwe yê bilind nîşanî wan bidin ku em ê destûrê nedin. Em vê hilbijartinê wekî ya namzedan nabînin û wisa nanirxînin. Bi vê hilbijartinê dê deriyê ji bo demokrasiyê vebe. Tenê ne ji aliyê jinan ve, ji aliyê civakê ve jî wisa ye. Ji bo vê desthilatdariya ceberût biçe divê hemû jin hem di xebatên hilbijartinê de hem jî piştî wê xwe bi rêxistin bikin.”

‘Daxwazên jinan ji bo me esas in’

Gulistan Sonuk diyar kir ku ew ê li her derê bi jinan re têkilî daynin û da zanîn ku ew ê di vê hilbijartinê de her roj bênavber bixebitin û wiha got: “Ê me her dem di pêvajoyên wiha de rê, rêbaz û polîtîkayên me hene. Yek ji van jî têkilî ye. Em bi hemû jinan re têkiliyê datînin. Bi jinên li malan, li gund û bajaran re em tên ba hev, li daxwazên wan guhdarî dikin, ji bo bizanibin jin çi dixwazin, mal bi mal em digerin û ji qadê re radigihînin. Ji ber vê yekê em ne tenê bi mîtîngan, girîngî didin xebatên kolan, tax û gundan. Xebatên me yên di vê pêvajoyê de jî di wiha bin. Her wiha bi vekirina buroyên hilbijartinê yên jinan, em ê her roj bi jinan re werin ba hev û civîn û hevdîtinan bikin.”

‘8’ê Adarê û Newroz fragmana 14’ê Gulanê ne’

Gulistan Sonuk ji bo hilbijartinê herî dawî vê bangê kir û wiha bi dawî kir: “Îsal tevî erdhejê jî jin di 8’ê Adarê de derketin qadan, di Newrozê de jî tevî hemû polîtîkayên zextê mirov bi girseyî tevli pîrozbahiyê bûn. Em Newroz û 8’ê Adarê wekî fragmana 14’ê Gulanê dibînin. Dê coş û vîna jinan mora xwe li 14’ê Gulanê jî bide. Desthilatdariya heyî, dijminê jinan e, em vê yekê bi her tevger û her gotina ku dibêje re pir bi zelalî dibînin. Jin ji bo vê yekê bixin meriyetê û ji bo Tirkiyeya demokratîk dê di 14’ê Gulanê de biryardariya xwe bixin dewrê.”