Li Serdeşta Mahabadê jinan çeteya fihûşê deşîfre kir

Li navçeya Serdeşta Mahabadê, jinan çeteyek fihûşê deşîfre kir. Sê endamên çeteya ku hat deşîfrekirin hatin girtin li ser vê yekê, jinên mexdûr yek bi yek behsa tiştên hatine serê wan kirin. Jinan bal kişand ku gelek endamên çeteya fihûşê hene. Heyeta dadgehê ji jinên ku derxistin dadgehê xwest, destên xwe lê mêrên kiryar bidin û sond bixwin lê jinan bertek nîşanî ve yekê dan û ji dezgehên weşanê yên çapemeneniyê xwestin ku bi vê mijarê re eleqedar bibin û bigrin rojeva xwe.

BAHAR ABBASÎ - EVÎN MOSTAFA ZADEH
Mahabad- Li navçeya Serdeşta bajarê Mahabadê yê Îranê, çeteyek ku jinan ber dixist kemîna fihûşê, ji aliyê du jinên aktivîst ên medyaya civakî bi kar tînin ve hat îfşakirin. Navçeya Serdeştê bi eşkerebûna çeteya fihûşê hejiya lê aktivîst dibêjin ku heta niha tenê sê endamên vê çeteyê hatine girtin û dan zanîn ku gelek endamên din hene. Li navçeya ku xwekuştina jinan zêde bûye, bi eşkerabûna vê yekê re tirs û xof zêdetir bû. Hat diyarkirin ku çeteya ji aliyê Bahar Abbasî û Evîn Mostafa Zadeh ve hatiye deşîfrekirin, 15 sal in heye.
"Ji çeteya fihûşê tenê sê kes hatine girtin"
Ji 3 endamên çete yên hatine girtin navê du kesî R.S. û A.A. ye. Jinên li navçeyê piştî ku bi salan bêdeng man, bi deşîfrebûna çeteya fihûşê re axivîn. Piştî ku 3 çete ji aliyê dadgehê ve hatin darizandin, ji ser medyaya civakî gelek jin axivîn û behsa tiştên jiyane kirin lê tenê bi awayê fermî jinek bi desteka malbata xwe serî li dadgehê da û gilî kir.
"Li ser jinan ferzkirina “destê xwe li kiryar bidin û sond bixwin!" 
Li ser girtina çeteyan, dadgeha ku dest bi darizandinê kir bû cihê bûyerên ecêb. Dadgehê ji jinên mexdûr ên îfade dan daxwaz kir ku destê xwe li kiryaran bidin û sond bixwin lê vê yekê sedema bertekê. Dûre ji wan hat xwestin ku sond bixwin. Di hinek dadgehan de tê xwestin ku destê xwe bidin Quranê û sond bixwin lê di vê dadgehê de rewş cuda û sosret bû. Heyeta dadgehê ji jinan xwest ku destê xwe li wan mêrên kiryar bidin û ji wan re got; “Destê xwe li wan bidin û sê car sond bixwin, van kesan êrîşê we kirine” lê jinan bertek nîşanî heyeta dadgehê dan. 
"Derket holê ku kesê xwişka wê qetil kiriye jî endamê çeteya fuhûşê ye "

Li Serdeştê gelek jin rastî êrîşa zayendî tên. Bi êrîşên ku li qadên civakî yên vekirî pêk tên jin rastî tecawiz û bêmafiyan tên, li gel wê jî bi belakirina dîmen û şantajê tên tehdîtkirin. Aktivîst û parazvanên mafên jinan ên Serdeştê dema ku li Qada Sarcheshmedê yek ji wan ji bo xwişka xwe ya ku hatibû qetilkirin mêrê kujer şermezar kir, derxist holê ku mêrê bi navê R.S. di heman demê de yek ji wan çeteyan e û jinan ber bi fihûşê ve biriye. Jinan di lêkolînên xwe de bal kişandin ku gelek jin rastî tecawiza R.S. hatine.

"Bi hinceta zewacê wan xapan û paşê jî li dijî wan êrîşan pêk anî"
Ji jinên mexdûr S. M tiştên jiyaye bi van gotinan anî ziman: “Got ku dixwaze bi min re bizewice û heta hat malbata min jî nas kir. Dema ku hat malbatê nas kir êdî malbatê bawerî pê anî û ez jî bi wê rehetiyê nêz bûm. Piştî demekê got ku pere jê re lazim e û zêrê min xwest. Ji ber ku difikirîm ku em ê bi hev re bizewicin, min pirsgirêk di vê yekê de nedît. Rojekê dema ku ez bi xwe re birim hevdîtina malbata xwe di rê de êrîşî min kir. Jixwe ji ber ku em ê bi hev re bizewiciyana, wî ji min re diyar dikir ku ev ne pirsgirêk e. Vê rewşê çendek berdewam kir, paşê hîn bûm ku R. S bi hinceta zewacê li ser gelek jinên dinê jî êrîşa zayendî kiriye. Ji ber van sedeman neçar mam ku koçî Ewropayê bikim û hê jî êşa êrîşên zayendî yên wê demê dikşînim.”
"Heta niha jî dema yek bê destûr destê xwe li min dide aciz dibim"
Jinên aktîvîst ên li ser medyayê girêdayî mijarê kampanya dane destpêkirin xwestin jinên rastî îstîsmarê hatine tiştin jiyane vebêjin. Li ser vê yekê gelek jinan dest bi vegotina tiştên bi serê wan de hatine kirin. Jinek ciwan a rastî êrîşan hatiye tiştên jiyaye bi van gotinan aniye ziman: “15 salî bûm dema ji bo hînbûna zimanê biyanî diçûm dibistanek taybet. Ji bo dagirtina formê çûbûm wê derê mamosteyê ku form da destên min bi ser min de derî kilît kir û bi gotina “Tuu çiqas xweşik î” bi ser min de hat. Ez rastî tacîzê hatim û gelek tirsiyam. Ez tehdîd kirim ku ji kesê re nebêjim an dê bi navê “namûsê” îftîra li min bikira, ji ber wê bêdeng mam. Ji wê rojê heya niha dema yek bê destûr destê xwe li min dide aciz dibim.”
"Tişta ku xwestin sosret bû"
Aktîvîst Nazila Halimeh Hassan a ku di girtina çeteyên fuhûşê de roleke girîng lîstiye diyar kir ku heta niha 3 çete girtî tên darezandin û wiha domand: “Heta niha 3 çete hatine girtin û lêpirsîna wan berdewam dike. Dadgehê dest pê kir. Hê jî sûcê xwe îtiraf nekirine. Di rûniştina dozê de gazî jinek mexdûr kirin û jê xwestin ku sê caran li ser hev sond bixwe. Ev yek sosret bû. Dixwestin destê xwe li mêrê êrîşî wê kiriye bide û wisa sond bixwe. Heta, li ser mexdûriyeta jinên ku ji aliyê van mêran ve bûne mexdurê îşkenceyê ranewestiyan.” 
"Ger piştevanî mezin bibe dê hejmara kesên ku giliyê bikin jî zêde bibe"
Nazila Halimeh Hassan da zanîn ku dê hejmara giliyan zêde bibe û wiha domand: “Li gel ku jinên gilî dikin ji aliyê malbata xwe ve di bin tundiyê de ne jî ji bo dîtina faîlan bi mehan mijûl bûn. Di raya giştî û medyaya civakî de piştevaniya jinan kêm jî be hêvî da wan ku bizanin di riya rast de ne. Piştevaniyek biçûk a hiqûqî dikare bi kêrî gelek tiştan were, herî kêm dikare ji bo ku mexdûrên din jî gilî bikin bibe alîkar.”
Aktîvîsta Parastina Mafên Jinan Mina Khani jî got: “Li holê organîzeyek li hemberî êrîşên zayendî heye. Divê neyê paşçavkirin ku dê ji ber pergala baviksalar tundî hebe. Dibe ku cezakirina êrîşkarên endamên çeteyan kin bidome lê divê bi alîkariya civakî piştevanî bidome û kes ji gilîkirinê xwe paşve nede.” Mina Khani li ser lêkolînên girêdayî mijarê li Serdeşetê hatine kirin jî ev agahî da: “Tiştên tên gotin dibe ku mirov nikaribe rûnê û guhdarî bike lê divê tiştên li Serdeştê hatine jiyîn bi hurgulî bên lêkolînkirin û vegotin da ku ev tor were têkbirin.”
Hîna aliyê huquqî yê tiştên li Serdeştê hatine jiyîn dewam dikin, divê weke “qurban” neyên dîtin û ji bo têkoşîna pêwîstdike bê dayîn jî aktîvîst rê nîşan didin.