Li seranserî cîhanê di salekê de 71 mîlyon kes ji cîh û warê xwe bûn

Li gor rapora ku hatiye weşandin ji ber krîza ku li ser hev hatî di sala 2022’an de di asta cîhanê de 71 mîlyon kes di nav welat de neçar mane malen xwe biterikînin.

Navenda Nûçeyan - Li gor rapora ku ji aliyê l'Internal Displacement Monitoring Centre (IDMC) û Norwegian Refugee Council (NRC) ve hat weşandin di sala 2022’an de 71 mîlyon kes di hûndirê welat de ji cîh û warên xwe bûne.

Di nav wan de, hejmara kesên ku neçar mane koçberiya nû ya navxweyî bikin 61 milyon e, hin ji wan kesên ku çend caran neçar mane birevin in. Ev li gor sala 2021’an were qiyas kirin ji sedî 60 zêde bûye.

Pevçûn û lehî di zêdebûnê de bi bandor bûn

Sedema zêdebûnê beşeke mezin ji ber şerê Ukraynayê bû, hin jê ji ber lehiyên li Pakistanê, pevçûnên nû hîn li cîhanê berdewam in û karesatên ji welatên Amerîkî heya Pasîfîkê bû. Koçberiya navxweyî ya nû ya ji pevçûnan sala borî derket 28,3 mîlyonî, sala borî du qat û navîniya deh salên dawî sê qat zêde kir.

Tê payîn ku koçberiya navxweyî zêde bibe

Ji bilî 17 milyon kesên ku li Ukraynayê ketine ber koçberiya navxweyî, ji ber lehiya mezin a li Pakistanê 8 milyon kes neçar man malên xwe biterikînin. 16,5 milyon kes li Afrîkaya Sub-Sahara neçar man ku koçberiya navxweyî bikin. Nîvê wê bi taybetî bi pevçûnên li Komara Demokratîk a Kongo û Etiyopyayê ve girêdayî ye. Tê pêşbînîkirin ku koçberiya navxweyî di sala 2023’an de zêde bibe. Ji ber şer û pevçûnên ku nîvê Nîsanê li Sûdanê dest pê kir zêdetirî 700 hezar kes neçar man koç bikin.

Sê çaryeka koçberan ji 10 welatan e

Mirovên li çaraliyê cîhanê neçar in koçberiyê biceribînin jî sê ji çar parên mirovên neçarî koçê navxweyî bûne tenê li 10 welatan dijîn: Sûriye, Afganistan, Komara Demokratîk a Kongo, Ukrayna, Kolombiya, Etiyopya, Yemen, Nîjerya, Somalî û Sûdan e.

Gelek ji wan mexdûrên pevçûnên bi salan in, piraniya koçên navxweyî yên nû ji ber karesatên xwezayî ne. Di sala 2022’an de ji ber felaketên xwezayî 32,6 mîlyon mirov neçar man koç bikin. Li gorî sala borî ji sedî 40 zêdebûnek nîşan dide.