Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel li dijî komployê li qadan bû

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel li dijî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandin li qadan bû, bi meşeke girseyî şermezar kirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Navenda Nûçeyan – Komploya Navnetewî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê  Sibata 1999’an de bi hevkariya hêzên navnetewî pêk heta roja me ya îro bi tecrîdeke giran dewam dike. Gelê Kurd û bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî vê komployê bertekên xurt nîşandidin û soza xwe ya têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mayinde dikin.  Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û meşên girseyî hatin lidarxistin, ji qadan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bû.

 Qamişlo

Şêniyên Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê bi dirûşmeya “Bi vîna gel em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” derketin qadan û meşeke girseyî li dar xistin. Meş bi tevlîbûna hezaran gel ji şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Saziya Malbatên Şehîdan, tevger û rêxistinên jinan, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîlê û olî ji Çarxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û li ber Çarxerêya Şehîd Rûbar rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî.

‘Komplo li dijî tevahî gelan û jinan e’

Asya Abdullah di destpêka axaftina xwe de komploya 15’ê Sibatê ya bi destê hêzên navdewletî pêk hat, şermezar kir û got: “Komploya li hember Rêber Apo, komploya li dijî tevahî gel, mirovahî û jinan e.  Rêber Apo ji bo rêgiritina li hember siyaseta dagirkirina Kurdistanê, qirkirina gelê me û di heman demê de biserxistina tevgera azadiyê berxwedaneke mezin da meşandin û  ji bo wê têkoşîn kir. Gelê me yê azadîxwaz jî di şexsê Rêber Apo û têkoşîna wî de ev rê dewam kir û niha ji bo azadiya wî têkoşîn dike. Rêber Apo li hember her cure siyaset û pergal bi raman, hêz û felsefeya xwe di hundirê Îmraliyê de ev 24 sal in liberxwe dide.”

‘Bi felsefeya Rêber Apo têkoşîna jinan veguherî şoreşek pîroz’

Asya Abdullah destnîşan kir ku tu hêz niakre li pêşiya fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê bigre û wiha pêde çû: “Bêguman zanist, fikir, îrade, nasname û berxwedan bi têkoşîna Rêber Apo li Kurdistanê bilind û belav bû. Em ji bo tevahî Rojhilata Navîn û hêzên navneteweyî  dibêjin, eger hun dixwazin pirsgirêka Gelê Kurd di heman demê de ya Rojhilata Navîn çareser bibe, divê Rêber Apo  werê azadkirin. Bi felsefeya Rêber Apo têkoşîna jinan a ku bi dirûşmeya” Jin Jiyan Azadî “despêkir, bilind bû û veguherî şeroşeke pîroz. Projeya Rêber Apo,  projeya azadî tevahî jin û civakê ye. Bi rihê ‘Tu kes nikare roja me tarî bike’ Gelê Kurd li Kurdistanê dengê xwe bilind kirin. Wê tecrîd bê şikandin û em ê bi Rêber Apo re azad jiyan bikin. Bi vê îsrarê dê berxwedana me berdewam be.”

Meş bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Hesekê

Îro bi hezaran pêkhate, partî, rêxistinên jin û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Hesekê ji navçeyên Zirgan, Til Temir, Şedadê, Hol, Erîşa û bajarê Hesekê li  çarxereya Sînalko a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û ber bi Parka Rêber Apo ve meşiyan. Piştî ku meş li ber Parka Rêber Apo rawestiya deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê hate girtin.

'Bi saya Ocalan em tecrûbeyeke nû ya demokratîk dijîn'

Rêvebera Kongra Star a Kantona Hesekê Fatima Elî jî wiha got: “Dewletên Ewropayê tevî Tirkiyê bi dîlgirtina Rêber Ocalan êrîşek li dijî gelê Sûriyê pêk anîn. Rêber Ocalan xwe ji gelê herêmê re kire qurban da ku bi êrîşan re rû bi rû nemîne. Fikr û felsfeya Rêber Ocalan tê wateya ku dawî li hegemoniya cîhanê hatiye. Taybet dema ku Rêber Apo got ku jin dikare azad bibe û civakeke azad û demokratîk jî bi xwere ava bike û şerê gelê şoreşgerî  pêşbixe. Nagîhan, Sakîne, Zeyneb Sarûxan sembola şoreşa jin û jiyanê ne. Welatên Ewropayê bi bêdengiya xwe, dibin hevkarê Tirkiyê di komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ev 24 sal in didome. Komplo bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û Efrînê didome. Em tecrûbeyeke nû ya demokratîk di cîhanê de dijîn, ew jî xwe dispêre paradîgma Rêber Ocalan. Emê her li qadan bin heya ku rêberê xwe azad bikin.”

Meş bi diruşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.       

Şehba

Bi diruşmeya "Êdî bese ji tecrîd, înkar û îxanetê re, dem dema azadî û têkbirina komploya 15'ê Subatê ye" Meclîsa Efrîn û Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek girseyî lidar xist. Bi deh hezaran şêniyên Şehbayê herikîn qadê û komplo şermezar kirin. Dii meşê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa “Ciwan fedayî Rêber Apo ne” hat hildan. Meş ji dibistina Mûşat a navçeya Fafîn a Şehbayê heya qada navçeyê bi siloganên şermezarkirina komplo dewam kir.

Meşê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, paşê gel li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê girîngiya şoreşê û parastina wê de guhdarkirin. Piştre ji aliyê Rêvebera kantona Efrîn-Şehba Zelal Ceger axaftin hate kirin.

‘Peyama me zelal e: Azadiya me di azadiya Rêber Apo de ye’

Zelal Ceger derbarê komploya navnetewî ev tişt anî ziman: "Rastiya gel li qadan xuya dike ku tu kes nikare roja me tarî bike. Komploya ser Rêber Apo komploya tunekirina gelê aştîxwaz in. Em ê tekoşîna azadiyê li her deverê bilind bikin ji bo azadiya Rêber Apo. Li Şehbayê bi sed hezaran koçber hene û peyama me zelal e, azadiya me di azadiya Rêber Apo de ye. Rêber Apo li Îmraliyê ruxmî hemû şêwazên êşkence li berxwe dide û komploya navnetewî Rêber Apo bi berxwedana xwe vala derxistiye û 24 sal li pey xwe dihêle. Em ê sîstema netewa demokratîk ji bo bi cih bikin pêwîste em ala azadiyê li cîhanê bilind bikin û tekoşînê bidin meşandin. Tirsa dijmin ji fikirê Rêber Apo û sîstema Netew Demokratîk heye lewra ev komploya dan meşandin. Heya hebûnek me heye em ê ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya gelan, ala berxwedanê bilind bikin.”

Meş bi diruşmeya "Bijî berxwedana Îmraliyê" dawî bû.

Kobanê
Bi hezaran kesên şêniyên herêma Firatê yên ji pêkhateya Kurd û Ereb ji zarokên 7 salî heta jin û kalên 70 salî, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, partiyên siyasî, ciwan û saziyên civaka sivîl bi dirûşma "Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" li dijî komploya 15'ê Sibatê ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin û 24 sal in li girava Îmraliyê girtiye, meşiyan. 
Girseya gel a posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtibûn, li qada Jina Azad kom bûn. Piştî ku meşa sê rojan a Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên şoreşger tevli girseya gel bûn, meşê bi berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" li kolana şehîd Sarya Ozgur dest pê kir û di dawiya heman kolanê de rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Arîn Kobanê axivî.
‘Kes nikare roja me tarî bike’
Arîn Kobanê wiha got: "Beriya niha bi 24 salan, hêzên komploger xwestin 15'ê Sibatê bikin roja reş. Lê me weke gel di pêşengiya jinên Kurd de ev roj veguherand serhildan, berxwedan û daxwaza tolhildanê. Rêber Apo xwedî li me derket, em kirin xwedî hebûn û nasname. Rêber Apo beden, rih û mêjiyê gelên Rojihilata Navîn e. Ji ber vê divê ku bi taybetî em weke gelê Kobanê ku Rêber Apo gavên xwe yên destpêkê li vê axê avêt, xwedî lê derkevin û ji bo rizgariya serokatiyê ya fizîkî têbikoşin. Bi taybetî tê zanîn ku Rêber Apo gotiye projeya min a nîvcemayî ya azadiya jinan e. Ji lewre jinên azad felsefeya neteweya demokratîk, sekna vîna Rêber Apo û ya ku dagirkeriyê têk dibe ye. Ji ber vê em strî ne di çavên dijminan de, dikare daqurtîne û ne jî dikare bavêje. Lê em ê bi berxwedan û îsrara xwe bidin pejirandin."  
Meş bi dirûşmên ku komployê şermezar dike û sozên tolhildanê bi dawî bû. 
Jinên beşdarî meşê bûn, girêdana xwe ya bi bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anîn ziman.
‘Em ê bi vîna Rêber Apo pergala Îmraliyê parçe bikin’
Neyîme Eqîl wiha got: "Dema ku komploya li ser Rêber Apo destpêk kir, hêzên komploger fikirîn ku wê bi vê gavê re şoreş û doza Kurdan vemre û Kurd vegerin rewşa xwe ya berê. Dema ku me agahî bihîst ku Rêber Apo hat girtin, em gelek xemgîn bûn û moralê me ket. Ji bo me rojeke reş bû û jiyan li pêş çavên me tarî bû.  Lê li pişt vê xemgîniyê gelê Kurd hêrseke bê dawî nîşan da û rabûn ser piyan ku ev yek veguherî lehiyeke têkoşîn û berxwedanê."  
‘Em ê canê xwe ji bo Rêber Apo bikin mertal’
Li aliyê din Emîne Yasîn ku dayik û xwişka şehîdan e, wiha axivî: "Ez weke jineke Kurd bi rih û can beşdarî şoreşa Rêber Apo ya azadiyê bûm. 15'ê Sibatê weke roja reş tê binavkirin lê em ê weke jinên Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe vê rojê ronî bikin. Min zarokê xwe yê şehîd diyarî têkoşîna Rêber Apo, Kurd û Kurdistanê kir. Heger ji bo azadiya Kurdistanê û rizgariya Rêber Apo canê min jî pêwîst be, ez ê feda bikim. Em ê canê xwe li hemberî êrîş û siyaseta hêzên komploger bikin mertal û Rêber Apo biparêzin. Em xwedî bi hezaran şehîd in, ji ber vê em ê bi hêsanî dest ji berxwedana xwe bernedin heta ku em bigihîjin azadiyê."