Li ser wê wêneyê şopên hêviyên her kesî heye

Jin û zarokên Wargeha Mexmûr bi kelecanekî mezin û bi mohrên tiliyên xwe, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêzkirin. Zarokên ku bejna wan nedigihişt tabloyê, xwe diavêtin hembêza dayika xwe û mohra xwe li wêneyê dixistin.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê 32 sal in li hemberî polîtîkayên teslîmkarî yê dewleta Tirk bi hilbijartina xeta têkoşînê li ber xwe dide. Her mal, her kolan, her darekê Mexmûrê mîna serpêhatiyên jinan xwedî serpêhatî û çîrokên bi berxwedanê ne. Lewra çêkirina her malekekê jî çîroka çêkirina wê malê jî ji me re qal dike bê ka şêniyên çi yane û çi ne jiyane di nav van salên berxwedanê ne. Lewra her tişt ji mirov re pêyamek dide di nav vê rewşê de.

Bi boneya yekemîn salvegera Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di 20'ê Tirmeha 2023’an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin û 12'emîn salvegera Şoreşa Rojava şahiyek mezin hat lidarxistin.

Dema ku min ji bo şopandinê berê xwe da cihê şahiyê, yekser rêza jin û zarokan a li derdora du tabloyan bala min kişand. Min jî yekser wênekêşa xwe girt, berê xwe da wê kombûnê û hewilda sedema kombûna li vir fêmbikim. Min dît ku jin û zarokên Wargeha Mexmûrê, li ber wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyan e. Sedema kombûna wan a li wir jî, bi mohrên tiliyên xwe xêzkirina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.

Ji zarokên biçûk ên temenên 4 salî bigre heta jinên ciwan û dayikên temen mezin ji bo bi mohrên tiliyên xwe wêneyê Rêberê xwe xêzbikin, ketine rêzek dirêj. Lorîn, Arîn, Bakûr, Argeş, Welat, Rohîn û bi dehan zarokên ku navên wan nizanim ketine vê rêza dirêj...

Zarokên biçûk ewqas bi kelecan û coş bûn ku di nava kelecanek mezin de benda rêza xwe bûn, lê hinek ji wan zarokan ji bo vê kêliyê bijîn bêyî ku benda dora xwe bisekinin, xwe diavêtin rêzên pêş. Piraniya zarokan ji bo vê kêliya bi kelecan carek din jiyan bikin, dubare ketin rêzê de. Zarokên ku bejna wan nedigihişt tabloyê, xwe diavêtin hembêza dayika xwe û mohra xwe li wêneyê dixistin... Dema ku min hewil da, ez wêneyên wan bigrim, hindek zarokên ku di rêzê de bûn, ji bo dengê xwe bigihînin min, qîr dikirin û digotin wêneyê me bi Rêberê me re bikşîne û parve bike, ‘da ku rojekî ji rojan Rêbertî wêneyên min ên li kêleka xwe bibîne.’

Di çavê wan zarokan de kelecana hatina dora wan hebû. Di çavê dayikên temen mezin de, di wê kêliyê de kelecan û hesreta ku Rêberê xwe di nava xwe de bibînin, dihat dîtin. Rûkeniya di rûyê jinên ciwan ên li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwînin, dema bi mohrên tiliyên xwe wêne xêzdikirin, dilê mirovan germ dikir.

Min di çavê Rojbîn Otun a ku bi dilê xwe yê mezin û bedena xwe ya biçûk, alîkariya kesên ku dixwest wê kêliyê nemir bike de, ev hesta bûyîna sedema wê kêliyê dît û hîs kir. Dema ku min xwest di wê kêliyê de hestên Rojbîna ku li ber tabloyê disekinî jê pirs bikim, yekser mohra di destê de dirêjî min kir û min jî ev kêliya bi kelecan jiyan kir.

Rojbîn a ku endama Stêra Zêrîn e, di wê kêliyê de diyar kir ku ew wek TEV-Çand û Stêra Zêrîn xwestine her kesê ku tevlî şahiyê bune, bi mohrên tiliyên xwe wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêz bikin. Hest û kelecana dayik, jinên ciwan û zarokan, Rojbînê pir kêfxweş dikir. Kêliya ku herî zêde Rojbîn kêfxweş dikir, ev rêza dirêj a dayik û zarokan bû.

Di çavên zarokên Wargehê de hesta hewildana layîqbûna gotina Rêberê xwe ya ‘zarokên Mexmûrê zarokên min in’ hebû. Min di awirên çavên dayikên temen mezin de ku bi bêrîkirinek mezin li wêneyê Rêberê xwe dinêrîn de dît ku heskirinek ewqas mezin dikare dîwarên ku dinavbera wan û Rêberê wan de hatiye danîn, hilweşîne.

Min di wê kêliyê de hestên gelek dayik û zarokan ji dil hîs kir ku dema min xwest ji bo şopandina çalakiyê hinek wêneyên şahiyê bigrim, her kêlî berê wênekêşa min û çavên min li kelecana dora wan tabloyan diket.