Efganistan bi pileya 6.3 hejiya
Îro danê sibehê li bakurê Efganistanê erdhejek bi pileya 6.3 çêbû û di encamê de 20 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
					Navenda Nûçeyan- Desteya Neteweyî ya Rêveberiya Karesatan a Efganistanê ragihand ku îro danê sibê erdhejek bi pileya 6.3’an li bakurê Efganistanê çêbûye.
Hate diyarkirin ku li gorî bîlançoya destpêkê di encama erdhejê de 20 kes mirine û 143 kes jî birîndar bûne.
Lêkolîn û lêgerîna kesên di bin kavilan de mane, didome.