‘Li ser tenduristiya zêdebûn û zayendî kêmbûna zanînê heye’

Ji Însiyatîfa Ya Al Malakia Shaîma Abû Zaîd, li Aswana kevneşopiyên eşîrî lê serwer e der barê mijarên tendûristiya zêdebûn û zayendî de xebatan dimeşîn e. Shaima Abû Zaîd diyar kir ku têkildarî mijarê bi awayekî cidî kêmbûna zanînê heye.

ASMAA FATHİ

Qahîre- Însiyatîfa Ya Al Malakia ya li parêzgeha Aswanê ku xwedî bingeha eşîra baviksalarî xebat dimeşîn e, ji bo sererast kirina agahiyên şaş ên der barê tenduristiya zêdebûn û zayendî de têdikoş e. Endama Însiyatîfê Shaîma Abû Zaîd ku li Aswanê di warê hay jê hebûn avakirin de dixebite, der barê xebatên xwe de pirsên ajansa me bersivand.

Însiyatîfa Ya Al Malakia, li Aswanê der barê jinan de xebatên bi çi awayî dimeşîne?

Em li parêzgeha Aswana bingeha  eşîrî ya gelek adet û kevneşopiyên çewt a bandorek neyînî li ser mafên tenduristiya zêdebûn û perwerdehiya zayendî dike, dixebitin. Wek însiyatîf destpêke mijara perwerdehiya zayendî de li ser gelek ramanên ku divê bên sererastkirin dixebitin. Em ber bi gund û bi giştî bajarê Aswanê ketin rê. Li Aswanê avahiyeke muhazafakar heye. Me di destpêka xebata xwe de rastî gelek zehmetiyan hatin, lê bi demê re me karîbû piştgiriyek guncaw peyda bikin, lewma me rêze perwerdeyên xwebexş ji bo jinan pêk anîn. Wek tê zanîn li Misirê sinetkirina jinan berdewam dike. Me seansên hişyarî kirina sinetkirina jinan û xamatiyê ya bi taybetî zarokên keç nizanîn pêkanî. Beşdarên bernameyê agahiyên girîng bi dest xistin. Me ferq kir ku bi taybetî der barê tenduristiya zayendî de agahiyên kêm hene. Hişê wan cihekî bi temamî tarî bû.

Jin der barê perwerdehiya zayendî û tenduristiya zêdebûne de ne xwedî agahiyên zêde ne. Hûn bi rastiya Misrê ya ku ji van fikaran re girtî ye çawa tekoşîn kir?

Me di destpêka xebata xwe de, bi pêkanîna semîneran re rêyek hêsantir şopand û me hewl da asta temaşevanan hedef diyar bikin. Me li ser bingehên perwerdehiya zayendî ya tendurist axivî û piştre hewl da ku şaşfêmkirinan ji holê rakin. Der barê girêdana têgeha zayendiyê de bi her tiştê ji wêje û ehlaqê wêdetir fikrên hevpar hene û me hewl da ku bi ravekirineke berfireh li ser çanda zayendî û girîngiya wê wekî yek ji mafên mirovan, van têgehan biguherînin. Bi afirandina jiyanek hevsengtir, me karî perwerdehiya zayendî û tenduristiya zayînê bi hev ve girêbidin. Me bi huner, şano, xêzkirin û grafîkê rê û amûrên axaftinê cihêreng kir da ku pirsgirêkên zêdebûne û tendurustiya zayendî zelaltir derxin holê.

Helbet dema ku hûn li Aswanê di nava civakê de dixebitîn, hûn rastî gelek serpêhatiyên jinan hatin, hûn dikarin behsa hinekan ji wan bikin?

Helbet em rastî gelek serpêhatiyên neyînî û erênî hatin. Di nav serpêhatî û helwestên erênî de, me dayik û bavên ku digotin ew nizanin zarokên xwe ji aliyê zayendî ve çawa mezin bikin û dixwazin vê bikin, dîtin. Hin dayik hatin cem me û balkişandin dem guheriye û zirarên hawîrdora înternetê li ser zarokên xwe kirin. Ji aliyekî din ve, em rastî jinên ku bi tevahî guh nedan tu agahî û ramanek li ser zayendîtiyê, ketin bin bandora adet û kevneşopiyan ku bû sedem em rêyên xwe yên gihandina van beşên civakê cûrbecûr bikin hatin.

Astengên herî mezin ên li pêşiya xebata we ya di însiyatîfê de çi ne û hûn wan çawa ji hole rakir?

Yek ji krîzên herî mezin ên ku em di dema xebata xwe de rû bi rû man, hebûna gelek jinên ciwan bû ku dixwestin xwe bi pêş bixin lê ji tirsa dexmekirinê nekarîn tevlî me bibin. Gelek kes ji bo asta hişmendî û çanda xwe bilind bikin, neçar man ku pirsgirêkê biterikînin û ji dayik û bavên xwe re bibêjin ku ew diçin semînerekê ku destûr ji wan bigrin. Ger em werin rêbazên li dijî derketina van astengiyan, ji bo hêsankirina têkilî danîna jinên li wir me li her gundekî nûnerek diyar kir. Ev jî karê însiyatifê hêsantir kir.