Di hefteyekî de çar îşkence: Armanc koçberkirin e!

Welatiyên li Colemêrg û gundên wê yên ku bi pêkanînên OHAL’ê re rastî îşkence û binpêkirina mafan tên, diyar kirin ku armanc koçberkirin e û dan zanîn ku her gava ku diavêjin rastî GBT’ê tên û neçar dimînin îmze bavêjin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg- Li Colemêrg di nava hefteyekî de 4 bûyerên îşkenceya li dijî gel di çapemeniyê de cih girtin. Yên ku herî zêde rastî îşkenceyên li sînor û herêmên jorîn hatin şivan û bêrîvanên ku ji bo dotîna pez çûn zozanan bûn. Li bajêr ji ber pevçûnên li navçeyên Gever û Çelê dorpêçek giran didome, li gelek gundan bi salan ambargoya bi pergalî heye.

Welatî li gundên sînor ên ku çûna deştê, çinîna giya û mêşvanî hat qedexekirin, neçarî koçberiyê tên kirin. Bi taybetî li çiya û gundên ser sînor ên Geverê qedexe di astekî hin cidîtir de tên jiyîn, welatiyên ku nîstecihbûna wan nîne nikarin bikevin gundên vê herêmê tên ku qereqol lê cih digrin. Di dema dawî de zext gihişt astekî cidîtir, gundiyên ku em têkildarî mijarê xwe gihand, balkişandin ev zextên ku bi salane berdewam dikin, bi heman gef û zordariyê didom e.

Gundî bi binpêkirina mafan re neçarê koçerkirinê tê kirin!

Gundê Wargenima ku van rojan bi operasyonên leşkerî em gelek caran navê wê dibihîzin, yek ji gundên li ser sînorê Îranê ye. Ji gundê ku di salên 90’î de ji ber oparasyonên leşkerî yên hem li Îranê û hem jî Tirkiyeyê hatin valakirin re, beriya çend salan ji nû ve veger dest pê kir. Gundiyên ku piştî vegeriyan gundên xwe malên xwe ji nû ve ava kirin, piştî çend salan rastî qereqolên ku çar aliyên wan dorpeç dike, hatin. Di nava gundê ku di geliyêkî de cih digre 2 qereqol hene, nîzamiyek jî tê çêkirin. Ji gundê ku kesên nîştecihbûna wan nîne nikarîn bikevin, xurakên ku welatî ji derve tînin jî bi sînordar û bi kamerayan tê lêkolînkirin û girtin. Li gundê çînîna giya jî qedexeyê şivan gelek caran rastî gefan tên û destûr nayê dayîn ku gundiyên debara xwe bi ajalvaniyê dike, ji derva giya bînin.

'Zarokên me yên zewicandine nikarin werin gund'

Jineke ji gund ku me li ser mijarê axivî û navê wê ji ber ewlehiyê veşart, da zanîn ku bi tiştên tên jiyankirin re hewil te dayîn gundî bêzar bibin. Welatiyê ku diyar kir tevî giliyên wan jî, mexdûriyeta kesê nayê çareser kirin, da zanîn neçar hatine hiştin her roj bi gefên mirinê re bijîn. Welatî da zanîn ji ber qedexeya ketina gund ne zarokên wan yên zewicî ne û ne jî meta wan nikarin bikevin gund û wiha got: “Ev ne nû ye, piştî sala 2016’an dest bi pêkanîne hat kir. Ne di cejnê de, ne di dawetê de û ne jî di şînê de tu xizmên me nikarin werin vê gundî. Zarokên me yên zewicandî ku cihê nîştecihbûna wan guheriyê jî nikarin werin gund. Li gund 3 qereqol hene, dîsa di nava gund de nizamiyeyek ku hemû camên xaniyan dibîne heye. Ji ber van em nikarin perdeyên malên xwe bilind bikin. Li her qadê zext heye. Dema mirov bi servîsan tên gund nasnameya hemû kesê digrin û nîv saetê di wesayîtê de didin sekînandin. Dîsa dema tiştekî xwarinê be, du saetan lêpirsîn dikin û dibêjin, ‘Te çima ewqas anî?’. Yê ku ev yê dike çawîşek ji rêzê ye, lê dema mirov îtîraz dikin, yekanê tişta dibêjin 'talîmat ji jor tê’ ye.”

Ji gundiyan re ajalvanî û komkirina giya û pincar jî qedexe ye!

Welatî diyar kir şivan her roj rastî gef û zextan tên û wiha axivî: “Dema li gund jin her roj diçin beriyê, hem derketin û hem jî ketin de wesayît tê sekînandin îmze davêjin û li GBT’ê wan dinêrin. Bi darê zorê rûyê jinan vedikin, dema ku jin naxwazin rûyê xwe vekin ev pêvajoya GBT’yê dirêjtir dibe. Piştî ku wan hemû ji wesayîtê dadixin, vê yekê dikin. Ji gundê ku gundê nikarîn bikevin re, karkerên di înşaata qereqolê de dixebitin bi hêjandina destên xwe dikevin nava gund. Yekane debara gelê li vir xwedîkirina ajalan e û nahêlin em ji zeviyên xwe re mêşen xwe deynîn. Dema şivanên ku ajalên xwe diçêrînin nêzî gund dibin, gefa "hûnê topa hawanê di hembêza xwe de bibînin" dixwin. Di sala 2019’an de li vir şivan Sertîp Şen ji ber pincar komdikir bi çekê hat qetilkirin. Dixwazin mirovan bi vî awayî bitirsînin. Her çend axaftinek rasterast nebe jî, armanc me ji gund derxin e.”

Di hefteyekî de çar îşkence!

Li bajarê ku pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) berdewam dike, bûyerên îşkenceyên ku di hefteya dawî de li çapemeniyê cih girtin wiha ne:

*Li gundê Xirvate ya Geverê, 2 kesên li zozanan şivantî dikir, ji aliyê polîsên tîmên taybet ên li qereqola jor ve hatin derbkirin û rastî gefên kuştinê hatin. Şivanên ku bi saetan di bin çavan de man, piştî hatin berdan, rapora derpkirinê girtin û der barê wan de gilî kirin.

*Gundên li derdora Çiyayê Sipêrêzê yê Geverê ku operasyona leşkerî hatin dest pê kir, ji ber operasyonan rojekê jî nikarin ji malên xwe derkevin. Hate hînbûn jinên bêrîvan ên xwestin biçin bêriyê ji nîvê rê hatin zivirandin, kesekî ku li herêmê şivantî dikir birin qada operasyonê û ji şivanê din jî agahî nayê girtin.

*Şivanên ku li gundê Anadagê ya navçeya Derecikê ajalên xwe diçêrînin, ji aliyê qereqola li nêzî gund ve destpêke bi gotina, ‘Çi karê ve li vir heye?’ rastî heqaret hatin û piştre rastî tundiyê hatin.

*Dîsa li ser bûyera tundiyê ya li gundê Anadagê pêk hat rojek derbas nebû, 4 şivanên ku zarok jî di nav wan de ji aliyê leşkeran ve hatin qewirandin. Şivan piştî ku bi deqeyan rastî tundiyê hatin, bi awayekî birîndar hatin binçavkirin. Şivanên ku piştî hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan. Parêzerên şivanên hatin derp kirin diyar kirin dê der barê mijarê de gilî bikin.