Li ser şopa Gurbetellî: Têkoşîna heqîqetê li ser milê me ye

Rojnamevanên jin ên Kurd wê di salvegera wefata Gurbetellî Ersoz û Roja Rojnamevanên Jinên Kurd de avakirina Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê ragihînin. Rojnamevan Bêrîvan Altan got ew ê bi komeleyê re têkoşîna xwe ya heqîqetê berfirehtir bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Yekemîn Gerînendeya Weşana Giştî ya Jin a Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz ji roja jiyana jiyana xwe ji dest da ango 7’ê Cotmeha 1997’an û vir ve bi pênûsa xwe, jiyana xwe ya tijî têkoşîn û berxwedanê bûye îlhama rojnamevanên jin. Roja 7’ê Cotmehê roja nemirbûna Gurbetellî Ersoz, ji sala 2014’an ve wekî Roja Rojnamevanên Jinên Kurd tê qebûlkirin. Rojnamevanên jin ên Kurd ku tevî her cure zext û zehmetiyan dest ji lêgerîna xwe ya heqîqetê bernadin, wê îro li Amedê avakirina Cemiyeta Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê ragihînin.

Em bi Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Bêrîvan Altan re li ser komeleya ku bi îdîaya hevgirtinê hatiye avakirin û bal kişand ser binpêkirinên mafên rojnamevanên jin û dîtina çarenûsan axivîn.

‘Rojnamevanên jin di têkoşîna wê ya heqîqetê girtin ser milê xwe’

Bêrîvan Altan diyar kir ku ji bo avakirina komeleyê 7’ê Cotmehê bi taybetî hatiye hilbijartin û got: “Me ev roj ji bo mîrateya Gurbetellî Ersoz hilbijart.” Bêrîvan Altan, diyar kir ku rojnamevanên jin bi salan e li qadan bi kedeke mezin dixebitin û ziman û rengê jinê ji çapemeniyê re vedibêjin û got: “Dema ku em dibêjin Gurbetellî Ersoz, di kevneşopiya çapemeniya azad de têkoşîna jinan, rojnamevaniya jinê û keda jinan tê bîra me. Li Tirkiyeyê îro rojnamevanî tê wateya têkoşîna li dijî her cure zextê. Lêgerîna heqîqetê ji salên 90’î û vir ve li Kurdistanê rewşek wek ji agir gomlekek wergirtine. Yên ku li hemberî van zextan barê heqîqetê hildan ser milên xwe xebatkarên çapemeniya azad û rojnamevanên jin bûn.”

‘Sal derbas bûn, ne têkoşîn û ne jî zext bi dawî bûn’

Bêrîvan Altan diyar kir ku mîrateyên rojnamevanên jin ên pêşeng ên ji bo heqîqetê têdikoşin dewam dikin û destnîşan kir ku li gel ku dem derbas bûye jî ev zext kêm nebûne. Bêrîvan Altan anî ziman ku ew jî li hemberî zextên zêde, weke jinên pêşeng li ber xwe didin û got:

“Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel ku par hat qetilkirin û rêhevalên me yên rojnamevan ên din pêşengên jin in ku zimanê jinê, rastiya jinê û nêrîna jinê ya li ser civakê radixe ber çavan û bi vê yekê bi nûçeyên xwe re ziman û rengê jinê tîne rojevê. Îro jî em hewl didin mîrateya van pêşengan bidomînin. Dema em lê dinêrin di salên 90’î de cînayetên kiryar nediyar hebûn. Di wan salan de xebatkarên çapemeniya azad li dijî vê komkujî û her cure gefan li ber xwe dan. Sal derbas bûn, lê zextên li ser vê lêgerîna heqîqetê qet bi dawî nebû. Dema em îro lê dinêrin rojnamevan dîsa li dijî zextên hikûmetê têdikoşin. Dema em li vê lêgerîna heqîqetê û dîroka wê dinêrin, em dibînin ku di pêvajoyên pir dijwar re derbas bûye.”

‘Rojnamevanên jin rastî tacîz û zextên darazê tên’

Bêrîvan Altan, anî ziman ku rojnamevanên jin ji ber van nûçeyan rastî tacîza darazê tên û tên girtin û wiha got: “Dîcle Mûftûoglû hem rojnamevana jin e û hem jî hevseroka DFG’ê ye ku mafên rojnamevanên jin diparêze. Dema em îro li tiştên ên Dîcleyê kirî dinêrin, em pir zelal fêm dikin ku çima hatiye girtin.” Bêrîvan Altan destnîşan kir ku li Tirkiyê hewl tê dayîn ji bo ku rojnamevanên jin Kurd hem rojnamevaniyê nekin hem jî pêşî li hevgirtina wan bê girtin û got: “Îro rojnamevanên ku binpêkirina mafên welatiyan radigihînin û bi wênekêşandina wan ji raya giştî re radigihînin, bi mehan carnan jî bi salan dikarin di girtîgehê de bimînin. Bi sedan mînakên vê hene, lê ez dikarim mînaka herî nêzîk ya hevalê me yê rojnamevan Abdurrahman Gok bidim. Abdurrahman ji ber ku wêneyên Kemal Kurkut ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin kişandiye îro li girtîgehê tê girtin. Mixabin ev hêjmar her diçe zêde dibe. Li gel binçavkirinan, zextên li ser rojnamevanên jin jî li qadê dewam dikin. Jinên ku li qadê nûçeyan çêdikin û ji bo vê dixebitin jî bi rêya tacîza darazê dixwazin bên bêdengkirin.”

‘Em dengê civakê ne’

Bêrîvan Altan destnîşan kir ku jinên Kurd ên rojnamevan hem di warê nûçeyan de hem jî di warê rojnamevaniya jin de di çapemeniyê de hişmendî û şoreşeke mezin afirandiye û destnîşan kir ku ev xebat ji aliyê beşeke mezin a civakê ve weke mînak hatin girtin. Bêrîvan Altan bal kişand ser zehmetiyên rojnamevanên jin ên di karê xwe de dijîn û got:

“Îro dema ku em mînaka Ayşenur Aslan didin, ji ber şîrovekirina pêvajoya kaosa li Tirkiyeyê hat binçavkirin. Li Tirkiyeyê rojnamevanî gelekî zehmet e, lê dema em tên Kurdistanê em dibînin ku ev zext û astengî gelekî zêde bûne. Di çavê wan de li rexa buyîna rojnamevan, hem Kurdbûn hem jî jinbûn ji bo wan sedemek e ku zext qat bi qat zêde bibin. Em li vir li heqîqetê digerin. Û em şopdarên pêşengên ku bi salan ji bo vê têkoşiyan in. Pênûsa wan niha di destê me de ye. Em dengê welatiyên ku di civakê de mafên wan hatine binpêkirin û dixwazin dengê xwe bidin bihîstin ji raya giştî re radigihînin. Mijara lêgerîna heqîqetê ji vir tê. Em îro rastiya ku hin kes nabînin û hin jî naxwazin bibînin, nîşanî her kesî didin. Ev têkoşîn pergala ku bi salan e ji vê zext û îşkenceyê tawîz nedaye jî bêzar dike.”

‘Em ê têkoşîna xwe bi komeleyê re berfireh bikin’

Bêrîvan Altan, anî ziman ku ew ji ber vekirina komeleyê gelekî bi kelecan bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku hevalên me di salên 90'î de li dijî komkujî û qetilkirinên kiryar nediyar barê vê têkoşînê hildan, em jî hewl didin ku ji wan barê vê têkoşînê hilgirin. Bi rastî 7’ê Cotmehê ji bo me rojek pir girîng e. Ji bo berfirehkirin û mezinkirina vê têkoşînê wê rojê komelbûn çêbibe. Em ê du hestan bi hev re bijîn. Em hem pir bi kelecan in û hem jî tevî her tiştî, gelek bi biryar in. Dengdana yê dengê wê nayê bihîstin yek ji sedemên herî mezin e ku ez li vir im. Dema em vê yekê li vir dikin, hêza xwe ji vîna xwe, pêşeng û biryardariya xwe digirin.”