Di êrişa li ser Mexmûrê de malên derdor jî zirarê dîtin

Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê gelek ziyanên madî çêbûne. Ji şêniyên wargehê Eyşê Yildiz bi gotina “Em çok natewînin” êriş şermezar kir.

Mexmûr - Dewleta Tirk a dagirker ji 4’ê mehê ve êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kir, şevê din balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk di saet 19:10’an de mizgefta semta 2 ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de dayîkek û dû zarok birîndar bûn. Gelek jin û zarok ji ber dengê bombebaranê bandor bûn. Herwiha di encama êrişê de li gel mizgeftê, pencere û deriyên bi dehan malan şikestin û zererek gelek mezin giha xaniyên şêniyên wargehê.

Yek ji dayîkên ku di encama êrişê de mala wê zerer ditiye Eyşê Yildiz ji ajansa me re axivî.

‘Em tu caran çok natewînin’

Eyşê Yildiz a yek ji şêniyên wargehê ye diyar kir ku dema êriş çêbûyî ew li ser xwarinê bûn û got: “Buyera ku şevê din li wargehê rû dayî ne buyerek ji rêzê bû. Dewleta Tirk ne dîn heye ne îman ne jî wijdan û şeref heye. Ev 30 sal in em di nava penaberiyê dene, me çok ne tewandiye û em tu caran jî na tewînin. Şevê din parçeyek bi mala min ket, em di mitbexê de rûniştîbûn û me çay divexwar. Me dît parçe ketin hewşa me de. Çima dewleta Tirk van êrişan pêktîne? Tu nikarî bêjî ew mirovê li mala Xwedê dide misilmane. Li milekê li Şengalê dide, milek Rojava dide û Qendîl dide. Hemu dewlet dibin yek û êrişî gelê Kurd dikin. Em dewleta Tirk şermezar dikin û çi tişta ku dikeve ser milê me emê bikin û em tu caran çok natewînin.”