‘Li ser koçberan qutkirina pêdiviyên jiyanî kiryareke dijmirovî ye’

Meclisa Perwerdeya Jin a Kongra Star derbarê dorpêça li ser Şehba û Helebê got ku qutkirina derfetên jiyanî û desteserkirina koçberan kiryarekî derveyî mirovahiyê ye û bang li saziyên pêwendîdar kir ku bi erkê xwe rabin.

Qamişlo – Meclisa Perwerdeya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Rêxistina Kongra Star derbarê dorpêça li ser Şehba, Eşrefiyê û Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ya ku ev du meh in bênavber dewam dike, li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û bi tundî ev kiryarên dijmirovî şermezar kir.

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Komîteya Perwerdê ya Kongra Star Bêrîvan Yûsif ve hat xwendin wiha bû: “Dewletên dagirker bi polîtîkayên danîna ambargoyê li ser gelê me, ji bo desteserkirina civakê weke rêbazekî teslîmgirtinê bi kar tîne. Ev nêzî 2 meh in ku ji alîyê Hikûmeta Sûriyê ve ambargoya li ser gelê me yê li Şehba û Helebê didome. Ev kiryar ji van polîtîkayên dewletên qirker û dagirker ne qut e. Qutkirina derfetên jîyanî ên weke mazot, derman, ard û her wiha pêdîvîyên jiyanî ên rojane a li ser gelê me yê koçber kiryareke derveyî exlaqê  mirovahîyê ye. Bêguman sekna gelê me yê li Şehba û Helebê di dirêjahiya 5 salan de cihê şanaziyê ye. Ruxmî hemû êrîş, şertên zor û zehmet bi hêz û îrade di nava hewildana afirandin û domandina jiyana xwe de ne.”

‘Bi ambargoyê dixwazin îradeya gel bişkînin’

Bêrîvan Yûsif di dewama daxuyaniyê de da zanîn ku bi nebûna mazotê re dibistan hatine girtin û bi hezaran xwendaven ji xwendinê bêpar mane û wiha hate gotin: “Dema ku di nava kampên koçberan de kalek ji bo ku zarokên xwe ji sermayê biparêze û germ bike, cilê xwe dişewitîne, mirovahî ji vê yekê re bêdeng û temaşevan dimîne, ev yek cihê şermezariyê ye. Di heman demê de ji ber nebûna mazotê; dibistanên zarokan ji ber sermayê hatine girtin ku bi hezaran şagirt ji xwendinê bêpar mane. Dewletên dagirker bi ambargoya hişk dixwazin îradeya gel bişkênin, mafê civakê ên bingehîn wek perwerde,tenduristî, debara jiyanê ya rojane ji deste wan bigrin, civaka me mixtacê  xwe bikin û desthilatdarîya xwe ferz bikin.  UNESCO ya ku qaşo mafên zarokan diparêzin û sazîyên ku  xwe wek parazvanên mafên mirovan bi nav dikin bi bêdengîya xwe li vê rewşe temaşe dikin.”

‘Bêndengî û têmaşekirin hevkarî ye’

Bêrîvan Yûsif di dawiya daxuyaniyê de bang li cihên pêwendîdar kir û hat gotin ku bêdengî û temaşekirin hevkariya vê sûcê ye û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Banga me ji saziya UNESCO û ji hemû sazîyên ku xwe wek parazvanên mafên mirovan bi nav dikin re ewe ku bi erkê xwe rabin. Eger hûn bi erkên xwe yên mirovî ranebin ne dîrok ne jî civak wê we efû nekin. Em wek Meclisa Perwerda Jin a Bakur û Rojhilate Sûrî ya Rêxistina Kongra Star bang dikin ku bi erka xwe ya mirovî û dirokî rabin û dewletên dagirker û qirker re nebin hevkar ji ber ku bêdengî û temaşekarî hevkarî ye.