Kona rûmetê ya li Hesekê bi dawî bû

Duh li bajarê Hesekê konê rûmetê ji bo komkujiya ku li Parîsê di 23’ê Kanûnê de çêbûbû hatibû vedan îro bi tevlîbûna sazî û dezgehên civaka sivîl bi dawî bû.

Hesekê - Di 23’ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê komkujiyek pêk hat û di encamê de Endama Tevgera Jinên Kurdistanê Emîne Kara, ji Tevgera Çandê hunermed Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo komkujiya 2’emîn a Parîsê konê rûmetê li li gulîstana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya taxa Nasra ya bajarê Hesekê hate vedan û îro bi serdana sazî û dezgehên sivîl kon bi dawî bû.

Endama Komîteya Jin a Meclîsa Malbatên Şehîdan, Fatma Elî ku di konê de amade bû diyar kir ku li dijî gelê Kurd pilan û komployek navdewletî pêk tê û wiha got: “Em dikarin bêjin ku ji 9’ê cotmeha 1999’an de li dijî gelê Kurd pilanekî imhakirin tê meşanin. Ev pilan bê guman bi destê gelek dewletan pêk tê. Ji ber ku gelê Kurd li peyî doza xwe ne û ji bo azadiyê di nava berxwedaniyê de ne. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya alîgirên xwe yên li cîhanê bi giştî û Fransa bi taybet hewl dide Kurdan îmha bike. Li her derê êrîş dike li Başûr, Bakûr, Rojava û îro jî bi riya alîgirê xwe kurdan li welatên din dike hedef. Gelo çawa sûcekî wiha li dijî kesayetên Kurd li dewleteke îdia dike ku demokrat e û parastina mafên mirovan dike, pêk tê.”

‘Emê felsefeya xwe ji êrîş û pilanên imhakirinê biparêzin’

Fatma Elî balkişand li ser hedefgirtina felsefeya Jin û wiha axaftina xwe domand: “Ev sedsal ya jinê ye, ji ber ku jin pêşenga berxwedanî û têkoşînê ye û li hemberî zihniyeta desthiltdar a ku civakê kole dike disekin e û kar û xebat dide meşandin. Komkujiya duyemîn a li Parîsê di vê heyva ku gelê Kurd li her derê sê têkoşerê jin bi bîr tînin ne tesadûfe. Dijmin dixwaze êşa kurdan kur bike û îradeya azad têk bibe. Lê duh Sakîne Cansiz û rê hevalên xwe bûn îro jî Evîn û rêhevalê xwe ne. Em vê komkujiyê ji bîr nakin û bang li hikûmeta Fransa dikin ku vê bûyerê zelal bike û sûcdaran ceza bike. Pêwiste em felsefeya xwe ji êrîş û pilanên dijmin bipraêzin. Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ku îro li ser zimanê jinan e, ji axa Kurdistanê dest pê kir û li tevahî cîhanê belav bû. Ji ber vê erka hemû jinan ew e ku xwedî li van destkeftiyan derkevin. Bi taybetî banga me ji bo tevgerên jinan yên Fransayê ewe ku zextê li hikûmeta Fransayê bikin da ku dewleta tirk were darizandin.”

‘Li dijî nasname û hebûna gelê Kurd şerekî qirêj tê meşandin’

Fatma Elî destnîşan kir ku li dijî çanda kurdî şerekî qirêj tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her netewek xwedî çandekî ye. Netewa ku çanda wî hatiye imhakirin ew netew bê nasname, dîrok û ziman e û ji bo tunekirinê vekirî ye. Lewma di komkojiya duyemîn a Parîsê de Navenda Çana Kurdî a Ahmet Kaya hedef girtin. Dixwazin bi vê bûyerê bêjin ku ewê gelê kurd tune bikin. Çand yek ji nirxên bingehîn ê civakê ye, ev buyer li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Ji bo wê em bang li her siyastmedar, rewşembîr, azadîxwaz û hunermend dikin ku li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin, li hemberî qirkirina nasname û hebûna xwe helwestên xwe nîşan bidin da ku rê li ber pilanên imhakirinê were girtin.”

Konê çalakiyê bi serdana saziyên Civaka Sivîl, Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Hêza Parastina Civakî , Şaredarî, Meclis û navçeyên bajar bi dawî bû.