Li ser Jinnewsê 27 caran astengiya weşanê!
Navnîşana malpera ajansa Jinnews ê ya bi navê jinnews26.xyz û jinnews27.xyz bi biryara 4’emîn Dadgerê Cezayê Sulhê ya Amedê hate astengkirin.
Navnîşana malpera ajansa Jinnews ê ya bi navê jinnews26.xyz û jinnews27.xyz bi biryara 4’emîn Dadgerê Cezayê Sulhê ya Amedê hate astengkirin.
Navenda Nûçeyan - Navnîşana înternetê ya malpera Ajansa Nûçeyan a Jinan Jinnews a timî rastî astengiyan tê ya bi navê jinnews26.xyz û jinnews27.xyz hat astengkirin. Biryara astengiyê ji aliyê Desthilatiya Teknolojiyên Agahdariyê û Ragihandinê (BTK) û 4’emîn Dadgerê Cezayê Sulhê ya Amedê ve hat girtin. Navnîşana malpera ajansê ya bi navê jinnews25.xyz jî di 5’ê Gulanê de hatibû astengkirin.
Ajans li ser navnîşana înternetê ya bi navê jinnews28.xyz weşana xwe didomîne.