Li ser Jineolojî semîner hate dayîn

Ji bo pêşxistina hişmendiya civakê, Navenda Jineolojî ya Kanotna Hesekê bi tensîqa Rêxistina Kongreya Star li Kampa Waşûkanî semînerek li ser Jineolojî hate dayîn.

 
Hesekê-Bi armanca guhertina hişmendiya civakê û avakirina hişmendiyek li ser esasê hevjiyana azad, îro Navenda Jineolojî ya Kantona Hesekê bi tensîqa Rêxistina Kongreya Star a Kampa Waşokanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê semînerek li ser Jineolojî dan mêrên li kampê dijîn. Semîner ji aliyê Endama Navenda Jineolojî ya Kantona Hesekê Leyla Hesen ve hate dayîn. 
 "Jineolojî çareseriya pirsgirêkên civakê ye"
Leyla di semînerê de diyar kir ku zanista jinê Jineolojî çareseriya pirskirêka civakê ye û wiha domand: "Armanca zanista Jineolojî ewe hevjiyaneke azad di civakê de pêş bixe. Ji bo wê pêwiste her du zayendên ku jiyan li ser esasê wan hatiye avakirin, divê aliyê de têgihîştîbin û girîngiya vê zanistê binasin. Em dixwazin civakê li ser bingeheke exlaqî û wekhev ava bikin û pirskirêkên civakî derbas bikin. Ya din jî em dixwazin êdî civaka ku jin pêşengtiya bi rêxistinkirina wê kiriye weke hebûneke bi fikrandin û keda jinan bidin pêş. Pêwiste jiyana ku em têde dijîn bi hemû detayên wê em şîrove bikin û wisa ser esasê wê pêşerojeke azad biafrînin. Em dikarin bêtir balê bikişînin ser têkiliyên jin bi civakê re û girêdana wê bi axê re bigirin dest. Ger em van hemûyan di destpêkê de nas bikin û di kûrahiya wê de bifikirin wê demê mirovên xwedî zanist wê vê civakê saxlem pêşve bibin. Di dawiyê de ji bo em vê hevbeşiyê biparêzin pêwiste mêr jî li kêleka jinan vê zanistê di hundirê xwe de bibînin." 
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.