Li Semsûrê sextekariya hilbijartinê ya hikûmetê
Bi nêzbûna 14'ê Gulanê re sextekariyên hikûmetê li Semsûrê derdikevin holê. Li erdekî vala 134 hilbijêr hatine qeydkirin, Hevseroka Partiya Çepên Kesk a Semsûrê Zeynep Karadogan got ku îtiraza wan a ji bo vê yekê nehatiye qebûlkirin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr – 14’ê Gulana 2023’an ango roja hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê nêz dibe. Xebatên ji bo hilbijartinên ku di heman demê de weke "hilbijartina bidawîbûna AKP'ê ku 21 sal in li Tirkiyeyê bênavber, desthilatdarî ye" tên nirxandin, berdewam dikin.
Erdeke çandiniyê ya vala li Kolika Semsûrê weke yek ji herêmên ku dengdêr lê qeydkirî ne hatiye destnîşankirin. Li Taxa Gîrne ya navçeya Kolikê li Kolana Yunus Emre Jimare 1'ê li ser erda vala ya li ber avahiyên ku cihê niştecihbûn, konteynir, stargeh û hwd. nîn e navê kesan hatine qeydkirin. Derket holê ku tam 134 hilbijêr wekî ku li ser vê erda dorpêçkirî bin hatine qeydkirin. Der barê qeydkirina erda ku lê îqamet tunebû de îtîraz hatin kirin lê ev îtîraz jî hatin redkirin. Li gorî belgeya ku hatiye bidestxistin, balkêş e ku cihên berê yên dengdêran li vir Mereş û Hatay in. Ji aliyê din ve, balkêş e ku piraniya dengdêrên ku navê wan li ser erdeke vala hatine qeydkirin, temenê wan di navbera 29 û 25 salî de ye, mêr hinek jî extiyar in.
Xebatên li qadê
Ji Partiya Çepên Kesk Zeynep Karadogan ku niha li Semsûrê ye diyar kir ku hilbijêr li ser mal û zeviyên vala hatine nîşandan û got ku nerazîbûnên wan ên li hemberî vê rewşê nehatine qebûlkirin. Zeynep Karadogan, anî ziman ku piştî karesata mezin bajar wêran bûye û zêdeyî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, diyar kir ku hejmara rastîn nehatiye eşkerekirin. Zeynep Karadogan, diyar kir ku li bajar bi hezaran avahî hilweşiyane, li gel mirinê, koçberî jî pêk hatiye û 2 meh in li ser mirin û hejmara kesên koçber bûne lêkolîn nayên kirin.
Zeynep Karadogan got: “Em dibînin û şahid in ku ev rewş ji bo pêvajoya hilbijartinê tê bikaranîn. Bi taybetî li navçeyan cihên vala tijî nîşan didin. Dîsa ji derve gelek kes hatin vir. Em hewl didin hejmara kesên mirî, biyanî an jî koçberan bi xebatên li derve tesbît bikin.”
'Mal û zeviyên vala mîna navnîşanên dengdêran tên nîşandan'
Zeynep Karadogan, anî ziman ku li dijî erda çandiniyê ya vala ku li Kahtayê tijî hatiye nîşandan jî îtiraz dikin û ev agahî parve kir: “Em diçin wir, kes tune ye lê weke ku dengdêr hene tê nîşandan. Li ser vê yekê me serî li walîtiyê da lê bi hinceta ku gel û hêzên ewlehiyê li wir dijîn îtîraza me hat redkirin. Niha avahiyek heye û qada ku avahî lê ye, xuya ye ku dagirkirî ye. Yanî kes li wir najî lê kesên ku wek dengdêr hatine qeydkirin hene. Ev li gelek deveran wisa ye. Ji gelek deran em agahiyên wiha digrin.”
‘Xetereya dengdana komî jî heye’
Zeynep Karadogan, diyar kir ku li bajar hejmara miriyan ne diyar e biryara serjimariya giştî ya ku ji aliyê walîtiyê ve hatiye dayîn heta piştî hilbijartinê maye û bal kişand ku ev rewş dê di hilbijartinê de were bikaranîn. Zeynep Karadogan, anî ziman ku hewl didin kesên jiyana xwe ji dest dane weke ku sax bin, nîşan bidin û got: “Xetereya dengdana komî jî heye. Ev tiştên wiha berê jî qewimîbûn. Pêvajoya dengdana girseyî pêk tê. Em der barê vê yekê de xebatên xwe berdewam dikin. Li vir banga me ji bo hevalên me yên li ser sindoqan dixebitin heye, pêwîst e di saetên zû de li ser sindoqan bin. Em ê hewl bidin rê nedin dengdana kolektîf. Li vir bi deh hezaran mirov mirin. Mirov hê jî nizanin kî dijî û kî sax e. Em hêvî dikin û dibêjin ku divê mirov kaxezên dengdêran binêrin, nemaze yên ku ji navnîşanan an cihên lê dimînin re tên şandin.”
'Yên ku dixwazin koç bikin û deng bidin dikarin bi me re têkilî daynin'
Zeynep Karadogan, bang li welatiyên Semsûrê yên ji bajêr koç kirin û xwestin dengê xwe bidin jî kir û got: “Em niha li bajarekî wêranbûyî ne. Gelek kes mirine û gelek kes jî koçber bûne. Ji bilî kesên jiyana xwe ji dest dane nîvê bajêr niha li derve maye. Ev demeke dirêj e em li ser van koçberan lêkolînan dikin û hewl didi zelal bikin ku mirov ber bi ku ve diçin. Em ji bo hilbijartinên pêşwext çi ji destên me tê dikin. Bila şêniyên Semsûrê werin li axa xwe dengê xwe bidin. Em ê xwe bigihîjînin kesên ku butçeya wan tune ye û nikarin werin û her cure alîkariyê bidin wan.”
'Dê gel hesab ji wan bipirse'
Zeynep Karadogan herî dawî anî ziman ku ew ê bi hêrsa gel a di erdhejê de biçin ser sindoqan û hesab bipirsin û wiha got: “Gelê li vir baş dizane kê alîkariya wan kiriye. Baş dizanin ku kê wan di dema erdhejê de û piştî wê tenê hiştine. Gelê Semsûrê wê li ser sindoqan hesabê vê bipirse. Em ê wê rojê herin ser sindoqan û tiştên ku hatine kirin tu carî ji bîr nekin.”